Jin li gel zor û zehmetiyan dest ji axê bernadin

  • 09:31 13 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
MÊRSÎN - 6 Jinên ji Kurdistanê koçî Mêrsînê kirine, bi hesreta axa xwe tiştan diçînin. Li gel hemû zor û zehmetiyan bi hezkirinek mezin axê dişuxulînin.
 
6 jinên ji Kurdistanê koçî Mersînê kirine sera ava kirin û di demsala germ a Çukurovayê de, her çiqas beramberê keda xwe negirin jî destê xwe ji axê nakişînin.
 
6 jinên ji heman malbatê ku 15 sal berê koçî taxa Adanalioglu ya navçeya Akdenîz a Mersînê kirin di seraya ava kirin de sebze û fêkiyan hildiberînin. Jinên binpêkirina keda karkerên demsalî dîtin, alternatîfa xwe ava kirin. 
 
Jina bi navê Belkis Onat a 23 salî ku ji Sasona Êlihê koçî Mersînê kir, diyar kir ku berê bi malbatî hilberîn dikirin û got: “Ji ber rewşa aborî min dibistan berda û ji temenê biçûk de li ser erdan xebitîm.  Ez li ser axa bi bereket a Kurdistanê xebitîm. Ji ber zextan me koç kir. Niha em di seraya xwe de dixebitin.”
 
‘Em hezkirina xwe didin axê’
 
Mizgîn Onatê jî wiha got: “Her sibeh em saet di 06.00’an de şiyar dibin û heta 19.00’ê êvarê dixebitin. Ji ber karê me ye em zêdetir demê li vir derbas dikin. Karê me sebrê dixwaze. Em hezkirina we didin axê. Ew jî beramberê wê zêdetir dide me. Bihayê dermanên çandinî gelek zêde bûne. Em hilberînên xwe li hala sebzeyan bi bihayekî kêm difiroşin.”
 
Fîlîz Onat a dayika du zarokan e jî got dema tê serayê wan li malê dihêle û ev tişt vegot: “Em gelek ji karê xwe hez dikin. Ji ber em  pereyê xwe qezenc dikin em kêfxweş in.  Çukurova gelek germ e. Ji ber em di bin naylonan de dixebitin zaf germ e.”
 
Fatma Onatê jî diyar kir ku keda jinan di jiyana xebatêde nayê dîtin û  got :" Ji ber ku ew bi axê re mijûl dibe xwe gelek rehet hîs dike."