Bîrsen bi hingivê xwe şifayê belav dike

  • 09:10 8 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî

ÎZMÎR-Bîrsen Gonul ya li gundê Ulamiş a Seferîhîsarê dijî, mêşvaniyê dike û aboriya xwe ava dike. Bîrsen jinên derdora xwe jî teşwîqî hilberînê dike û bi hilberîna hingiv tenê namîne, dem bi dem cureyên hingivan tevlihev dike û şifayê jî belav dike.

 
Bîrsen Gonul ya li gundê Ulamiş a Seferîhîsar a Îzmîrê dijî bi salane mêşvaniyê dike. Bîrsen tevî hemû gotinên wekê ‘jin nikare vî karî bike’ pîşeya xwe berdewam kiriye û diyar dike ku dema jin bixwaze dikare bike. Bîrsenê daxuyakirin ku bi salan lêkolîn kiriye ku kîjan hingiv ji kîjan nexweşiyê re başe û wiha got: “Min tevlihevbûna 6 cureyên hingivan ji bo kîjan nexweşiyê başe, 2 salan lêkolîn kir. Ev 6 sale ez  difroşim. Ev tevlihevkirina min ji bo nexweşiyên mîdê başe.Ev min çêkiriye û min bi cerebandinê çêkiriye. Her wiha şîrê mêşê, polen û propolîste çêdikim. Ev jî ji bo nexweşiyan gelek başe.”
 
Ji bo hingivê baş mêşan dibe cihên cuda
 
Bîrsenê daxuyakirin ku bi salane mêşvaniyê dike dike û pîşeya xwe ji bavê xwe hîn kiriye û got: “Ez pîşeya xwe fêrî du zarokên xwe jî dikim.Hingivê min bi xwezabûn û kalîteya xwe tê zanîn. Hingivê me bi etîkete. Em mêşan tenê li gundê xwe nahêlin. Em dibin gelek bajaran. Mînak em heta Kutahyayê dibin. Em 5-6 tehm hingiv hildiberînin. Cureyên wekê ya kulîlka çamê, ya kulîlka çatirê, ya mandalîna û halîçê hene.”
 
‘Ev 26 sale li bazaran tezgahê vedikim’
 
Bîrsenê anî ziman ku gel hingivê erzan digire û tenduristiya xwe dike rîskê û wiha pê deçû: “Divê hingiv ji cihê bi etîket bê girtin. Ji bo zeytûnên min û ji hingivê min muşteriyên min diyarin. Ez asta hilberîna hingivê xwe yek bi yek nîşanê wan didim. Hingivên min û zeytûnên min organîkin. Ev 26 sale li bazaran tezgahê vedikim.”
 
Bîrsenê diyar kir ku ew jinên derdorê jî teşwîqê hilberînê dike û got ji bo jinan xebat gelek girînge û bang kir ku divê jin bixebitin.