Kedkara malê ya ewlehiya tenduristiya wê tuneye, nayê dermankirin

  • 09:12 6 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Zulal Koçer
 
STENBOL - Fatma Aydin a kedkara malê 24 sal in, ji ber nexweşiya pençeşêra memikan nikare bixebite.  Fatma ji ber ku ewlehiya wê ya tenduristiyê tuneye  nikare derman bibe û wiha got: “Karsaz sîgorteyê çênakin. Dema ku em berxwe didin jî me ji kar diavêjin.”
 
Jinên kedkarên malê di jiyana xebatê de rastî gelek pirsgirêkan tên û bê ewlehî dixebitin.  Karkerên malê yên bê sîgorta dixebitin, ji ber karên ku dikin jî gelek dipelçiqin. 
Fatma Aydin a kedkara malê ya 24 salan û li zarokan mêze kiriye, niha bi pençeşêra memikan ketiye û nikare bixebite. Di meha hezîranê de teşhîsa pençeşêrê li Fatmayê hat kirin  û kemoterapiyê dibîne. Di xebata 24 salan de tenê 6 salan sîgortaya wê hatiye razandin.
 
Fatmayê diyar kir ku ne dewlet û ne jî karsaz xwedî li wan derdikevin û got: “Tenê hevalên min ji min re dibin alîkar.  24 salan xebitîm lê tenê 6 salan sîgortaya min hat razandin. Karsazan sîgortaya min ranezandin. Yanî em neçarî qedera xwe tên. Min bi şîrketan re peyman kiribû. Bi van peymanan min dikaribû li SGK’yê gilî bikira lê  min nexwest ez malbatan mexdur bikim. Lê wan ez mexdur kirim.
 
Fatmayê diyar kir ku krediya ji bo xanî kişandiye jî nikare razîne.
 
Sendîkaya Piştevaniya Karkerên Malê  (EVÎD-SEN) ji bo Fatma û Gulsena Sansar ya ew jî bi nexweşiya memikan ketiye kampanyayekê amade dikin.