Jinên ku di temenê zaroktî de li atoleyên tekstîlê dixebitin…

  • 09:10 2 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
STENBOL - Du xuşkên ku li atoleyên tekstîlê ji temenê zaroktî de dixebitin Berîn û Şukran Çelîk diyar kirin ku ew li gel saetên dirêj, bê ewlehî û li gel karê giran ku bûye sedema têkçûna tenduristiya wan mecbûrin ku bixebitin.
 
Sektora tekstîlê ku di serî de jin lê tên îstihdamkirin her ku roj diçe mezintir dibe. Jinên ku ji zarokatiya xwe de li atolyeyên tekstîlê dixebitin û kedeke mezin didin, hin rojan 10 saetan û hin rojan jî 14 saetan dixebitin. Li cihê ku herî zêde koçeber lê dijîn li Zeytinburnuya Setenbolê bi dehan atoleyên mezin û biçûk hene. Lê van atoyên ku jin ji temenê zaroktî de li wan dixebitin û kedeke mezin didin, ji mecbûrî  hin rojan 10 saetan û hin rojan jî 14 saetan bê ewlehî bixebitin.
 
 'Karekî zahmet e'
 
Ji du xuşkên ku ji temenê zaroktî de li van atoleyan dixebitin Berîn Çelîk (22)  dibêje ku ew 6 sal e li van atolyeyan dixbite. Berîn diyar kir ku wan ji ber pirsgirêkên aborî berî bi salan koçî Stenbolê kiriye û zarokatiya wê bi xebatê derbas bûye.  Berîn wiha bahsa xwe kir: "Em ji Mêrdînê hatin vira. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû malbata min koç kir. Min dibistana seretayî ji pola 3'emîn terikand. Piştî wê jî neçûm dibistanê. Ez rojê herî kêm 11 -12 saetan dixebitim. Karê min zahmet e."
 
Pêşerojek ne diyar…
 
Berîn a ku ji bo aktîvîteyên civakî qet dema wê nîne dema xwe bi piranî li jêrzemîna avahiyekê bi xebatê derbas dike. Her çend ku Berîn bibêje 'niha ne pêwist e' jî nebûna ewlehiya kar  wê ji bo pêşerojê dixe nava fikaran. 
 
Berînê bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên ji ber karê girina û wiha got: "Ez ji sibe heta êvarê li ser makîneyê rûdinêm. Ji ber vê pişta min diêşî û piyên min jî diêşin."
 
Berînê di dawiya axafitina xwe de wiha bang li jinan kir: "Ez dixwazim ku jin bi hêz bin. Ji ber ku jiyan zamet e û hemû tişt li ser pişta jinan e."
 
'Demek ku ji bo xwe veqetînim tune ye'
 
Xwişka Berînê Şukran Çelîk jî wiha got: "Ez 20 salî me û ji temenê zaroktî de li vê sektora tekstîlê dixebitim. Herçend ku ez nemîm mesayiyê jî demeke ku ji bo xwe veqetînim tune ye."