Ji Vîrgînîa heta Nurtenê cerebandina jinê: Divê mirov nebêjin ‘mêr dibêje çi’

  • 09:02 1 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî

GÎRESUN-Nurten Karadenîz ya li Bulancak a Gîresunê  bufeya wê heye û tê de dixebite gotina Vîrgîna Woolf ya bi salan berê gotibû bi cerebandina xwe ya jintiyê careke din dubare dike: “Divê jin li gotin û fikrên mêran nenêrin û bixebitin. Divê vala nemînin û teqez bixebitin.”

 
Nurtek Karadenîz li Bulancak a Gîresunê yekane bufeyê dide xebitandin.  Piştî bûfe vekiriye bixwe baweriya wê jî zêde bûye.  Nurten girar û dewê li bufeyê difroşe jî bi destê xwe çêdike û got: “Em niha taştê jî didin.  Karê me her diçe baş dibe.Em piştgiriyê jî dibînin.”
 
Nurten bi pereyê ji bufeyê qezenc dike keça xwe ya diçe zanîngehê dide xwendin û di seranserê jiyana xwe de ti car vala nemaye. Nurten berê li Stenbolê 8 salan di tekstîlê de xebitiye û piştî Stenbolê li Bulancakê jiyan ji wê re hêsantir hatiye.
 
‘Min ti carî xwe neda alî’
Nurtenê bi lêv kir ku li Bulancikê zêde hînê jinên esnaf nebûne û got dem bi dem bi zehmetiyan re tê rû hev û wiha got: “Lê min ti carî şûnde gav navêt. Ji ber ez debara xwe dikim ez bixwe serbilindim.”
 
Nurtenê her wiha da zanîn ku ji ber baxçeyên wan yên findiqan tine, bi vê bufeyê debara xwe dikin. Nurtenê bi lêv kir ku divê zarokên keç teqez bixwînin.