Gurbet yekane esnafa bajarê antîk ya 1400 saliye

  • 09:30 30 Îlon 2017
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Gurbet Bîlen ya yekane esnafa jina ya bajarê antîk yê dîrokî yê Darayê ye, bi patîleyên ku çêdike turîstan bi tehmên cuda dide nasîn. Gurbet ji ber aboriya xwe ava dike jî gelek kêfxweşe û wiha got: “Jin bi têkoşînê dikare keda xwe bide xuyakirin.”
 
Bajarê antîk yê dîrokî Dara ku ji dema Romayan de maye, yekane esnafa wê ya jin heye.  Hemû peywirdarên nobedar yên bajarê antîk û gund mêrin. Gurbet Bîlen jî bi patîleyên çêdike li bajarê antîk yê 1400 salî bi keda jinên xwedavenên demborî temsîl dike.
 
‘Her tiştê destê jinê lê dikeve’
 
Gurbetê da zanîn ku ev 8 sale bi çêkirina patîle debara xwe dike û bi keda xwe pere qezenc dike û wiha got: “Ev demek dirêje ez li vir dixebitim. Hem li malê hem li vir dixebitim. Ez bi keda xwe pere qezenc dikim. Ez bang li hemû jinan dikim. Patîleyên min pir tên hezkirin. Turîstên biyanî û herêmî pir jê hez dikin. Ji ber her tiştê destê jinê lê dikeve gelek xweşin.”
 
Hemû tiştên bikar tîne xwezayiye
 
Gurbetê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yekane jinan li gund dixebite û debara xwe dike ye û got hemû tiştên di patîle de bikartîne xwezayîne û wiha got: “Em vê xwarinê li malê çêdikin. Rûn û hemû tiştên din xwezayî ne. Em ardê xwe jî bixwe dihêrin.  Ez gelek ji xebatê hez dikim. Di vê pêvajoya ku hewl didin jinan hepsê malê bikin ezê aboriya xwe ava bikim. Divê jin tevî hemû zextan aboriya xwe ya alternatîf ava bikin.  Divê jin hewcedarê mêran nebin. Ji ber vê çi ji destê wan tên divê bikin.  Keda me jinan ti car nayê dîtin.”