'Divê li dijî mûçeyê asgarîyê têkoşîna karkeran mezin bibe'

  • 09:14 8 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevîl Arici, da zanîn ku divê karker li dijî ‘mûçeyê asgarîyê’ ya ku dewletê krîz û betalî kir hincet û derxist holê, têbikoşin û got: “Mûçeyên wezîr, rayedarên hikûmetê bi dehan katî zêde dibe û dipên ku malbat bi mûçeyê asgarîyê debara xwe bikin. Bihêlin bi sînorê birçîbûnê bînin hemheber hev. Ev pere beramberê keda karkeran nake.”
 
Piştî civîna Komîsyona Tespîta Mûçeyê Asgarî şûnde mûçeyê asgarî ji bo sala 2020’an wek 2 hezar û 324 lîra û 70 kuruş hat diyarkirin. Kedkaran bertek nîşanê mûçeyê asgarî dan û diyar kirin ku bila kesên asta mûçeya asgariyê diyar kirine kerem bikin ew bi vê mûçeyê bijîn.
 
Ji siyasetmedaran jî li dijî rêjeya hatiye diyarkirin bertek tên. Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevîl Arici, diyar kir ku li dijî vê neheqiya li karker û kedkaran hatiye kirin, wê heta dawî bixebitin.
 
Sevîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmetê ji destpêkê krîz û betalî kir hincet û ev rêje diyar kir. Dema ev rêje hat diyarkirin me dît ku mûçeyê xizaniyê derketiye holê. Bi tu awayî ev mûçe, zemên tên kirin, temam nake. Ev mûçe ne mûçeye ku karker heq dikin. Ne beramberê keda karkeran e. Em vê tu carî qebûl nakin. Ev mijar hemû welat eleqeder dike. Divê rayagiştî ya saxlem ava bibe.”
 
‘Divê karker dengê xwe bilind bikin’
 
Sevîlê destnîşan kir ku divê hemû çîna karker û kedkar li dijî vê pêkanînê têkoşîna xwe mezin bikin û rayagiştî ava bikin û wiha dawî lê anî: “Bi vî pereyî ne pêkan e malbatek pê debara xwe bike. Di demên dawî de întîxar tên jiyîn û ev jî ji ber sedemên aborî ne. Mixabin mirov riyeke din nabînin û serî li întîxarê didin. Divê teqez her kes bertek nîşan bidin.”