'Ez li dijî hişmendiya mêr têdikoşim'

  • 09:23 7 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Safiye Şîn a ji ber qedexeyên derketina derve ji Geverê koçî Wanê kir, der barê ku esnafî karê mêrane, hemû pêşdarazên zayendperest hilweşand. Safiye ku marketê dixebitîne, tevî zor û zehmetiyên krîza aborî balkişand ser girîngiya helwestê. 
 
Safiye Şîn (33) di 2015’an de li Gevera Colemêrgê ji ber qedexeyên derketina derve ewil koçî Êlihê kir û piştre jî berê xwe didin Wanê. Safiye li vir marketê vedike û bi zarok û dayika xwe re dijî.
 
Safiyeyê got li Êlihê bi zextên mêr re hatiye rû hev û got: “Hem ji ber zextên zîhniyeta serdest ya mêr û hem jî ji ber pisgirêkên debarê ez hatim Wanê. Bi piştgiriya xwişka xwe re min li vir marketek biçûk vekir. Vê carê jî em ji ber krîza aborî pirsgirêkan dijîn. Ji ber nêrîna mêr ez tenê heta 17.00 dixebitim. Dema min nû dest bi xebatê kir, li cihên esnafên mêr hebûn ez qebûl nedikirim. Tevî hemû zextan min berxwe da. Dîtin ku ez berxwe didim, qebûl kirin. Tu tişt bi qasî ku mirov li ser piyan bisekinin xweş tune. Ez minetê kesî nakim. Li ser piyên xwe disekinim. Dema hewcedariya min bi pere hebe ez destê xwe bi rehetî davêjim bêrîka xwe. Jin li her qadê pirsgirêkan dijîn. Bertekên dihatin nîşandan ez nerehet dikim. Lê nava demê de wan jî fêm kir ku jin û mêr wekhev in.”
 
‘Ez xwe xurt hîs dikim’
 
Safiyeyê bi lêv kir ku ji ber ku bi keda xwe pereyê xwe qezenckirin wê xurt dide hîskirin û got: “Jin bi çavên mêran re bê hêz tên dîtin. Lê jin ji mêran xurtrin û di her tiştî de bi îrade tê dîtin. Ev pêşdaraz wê bi keda jinê bê şikandin. Em jî hene, em jî dijîn û em jî kes in. Wê jin biserkevin.”