Bi gûzan debara xwe dike:Di nava her şertî de têkoşîn didome

  • 09:13 18 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Ayşe Tekîn a 25 sal berê ji ber zextên dewletê neçar ma koçî Edeneyê bike, li wir bi hişkirina gûzan debara xwe dike. Ayşeyê bi lêv kir ku di her şert û mercî de têkoşîna jiyana wê didome û got: “Em ê li her qadê, di jiyana xwe ya taybet de di qada polîtîk de têbikoşin ku heta ev zîhniyet qebûl bike.”
 
Li navçeya Seyhan a Edeneyê taxa Daglioglu, piranî welatiyên wê kesên koçber bûne û lê bicih bûne ne. Li taxê her malbatek çîroka wê heye. Li taxa Daglioglu yên xwedî kedek mezin in, jin in. Hakîme Ayşe Tekîn a 38 salî, di 1994’an de ji ber zextên dewletê bi malbata xwe re ji Şirnexê tê surgunkirin.
 
‘Li dijî neheqiyan dixwestin em bêdeng bin’
 
Ayşe hesreta 25 salan wiha vedibêje: “Em li gundê xwe aram û kêfxweş bûn. Em li ser axa xwe bûn. Me axa xwe bi xwe diçand. Dewletê em ji axa me kirin û em surgunê bajaran kirin. Piştî em hatin Edeneyê jî zext bi dawî nebûn. Karkeriya demsalî jî tê de, me her cureyê kar kir û pê debara xwe kir.”
 
‘Em hewcedarê kesî nebûn’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku ew hewcedarê tu kesî nebûne û wiha pê de çû: “Li bajaran her cureyê karên derveyê qanûnî serbest in. Lê xwedî li îradeya xwe derketin qedexe bû. Ji ber vê zarokên me şîdet, zilm û zext dîtin û ketin girtîgehan. Zext ji xwe zêde ne û krîza aborî jî lê zêde bû. Em jin jî ji bo li zarokên xwe binêrin neçarin bixebitin.”
 
‘Em beramberê keda xwe nagirin’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku bi salan di qada çandiniyê de dixebite û ji ber tenduristiya wê ne baş e dest ji kar berdide. Ayşe ku neçar e dîsa bixebite, gûzan dişkîne, bi benan ve dike û hişk dike. Bi vê debara xwe dike. Ayşe sê sal e vî karî dike û rojê 20 TL qezenc dike. Ayşeyê got gûzan dişkîne û bi ben ve dike. Ayşeyê wiha got: “Pereyê wê kêm e, lê em çi bikin. Em beramberê keda xwe nagirin. Pereyê gûzên baş bi ben ve neyê kirin nayên dayîn. Em bi derziyê pê ve dikin. Gelek zehmete. Em gelek diwestin.”
 
‘Em li her qadê di nava piştevaniyê de ne’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya jinên li taxê û got: “Em jin li her qadê têdikoşin. Lê mixabin keda me jî nayê dîtin. Lê wek tê zanîn jin li her qadê li berxwe didin. Keda jinê ji rêzê tê dîtin. Jin tune bin tu wateya jiyanê tune ye. Karê jinan tu mêr nikare bike. Em ê li her qadê, di jiyana xwe ya taybet de di qada polîtîk de têbikoşin ku heta ev zîhniyet qebûl bike.”