'Bi keda xwe ez ji zehmetiyên koçberiyê re dibim bersiv '

  • 09:03 18 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan 
 
QAMIŞLO - Xedîce Xelîl jina ji Efrînê, li hember zehmetiyên jiyanê bûye bersiv û  li kampa Newroz ya lê dijî, firoşgehek vekiriye. Xedîcayê dibêjê: "Ez dixwazim aboriya xwe xurt bikim û bibim bersiv ji vê koçberiyê re. Sebra min bê kar nayê." 
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê bi cih bû, gelê herêmê neçarî koçberiyê bûn û li devêrin din ên herêma Cizîr û Kobanê bi cih bûn. Hin malbat piştî dagirkeriya Efrînê, berê xwe dan herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, lê her barê koçberiyê li ser milê wan kêm nebû û di encama êrîşên dewleta tirk de careke din koçber bûn. Piraniya malbatan li kampa Newroz a bajarê Dêrikê. Jinên kampê yên bi zehmetiyan rû bi rû dimînin ji bo li ser piya bimînin hewil didin. 
 
Jina bi navê  Xedîce Xelîl, ji Efrînê koçî kampa Newroz ya Dêrikê bûye,  li wir li ber deriyê çadira xwe firoşgehek vekiriye û tiştan difiroşe. Xedîce li ser serpêkatiya jiyana xwe çîroka xwe ji me re parve kir. 
 
'Her barê koçberiyê li ser milê me ye'
 
Xedîce behsa êrîşên li ser Efrînê kir û  hestên xwe yên xemgîniyê wiha anî ziman: "Dema dewleta tirk û çeteyên wê êrîşê Efrînê kirin, em jî neçar man koçber bibin. Paşê me berê xwe da Girê Spî û me jiyana xwe li wir domand. Dewleta tirk careke din bi êrîşên xwe yên hovane êrîşî Girî Spî û Serêkaniyê kir. Em dîsa ne çar man koçber bibin. Xuyaye her barê koçberiyê li ser milê me ye."
 
'Sebra min bê kar nayê' 
 
Xedîceyê di dewama axaftina xwe de qala firoşgeha xwe dike û wiha dom kir: "Di demsala zivistanê  de kar kêm dibe. Firoşgeha ku min vekiriye debara mala min dike. Ez pêwîstiyên firoşgehê ji bazara Dêrikê tînim û ji bo şêniyên kampê difiroşim. Gelek proje di mêjiyê min de hene, ez dixwazim aboriya xwe xurt bikim û bibim bersiv ji vê koçberiyê re. Jiyan berdewam e, ji bo vê divê mirov afirîner be da ku bikaribe bijî. Sebra min bê kar nayê. Hêviya min ew e ku hemû jin kar bikin, da ku  em jiyana xwe xweş bikin û hewceyî tu kesî nebin"