‘Endezyarî karê me jina ye’

  • 09:12 17 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Endezyara Elektronîk û Elektîrîkê Işik Gurbulak, li dijî pêkanînên zayendperest ên di pîşeya wan de bang li hevpîşeyên xwe yên jin kir û got: “Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya biguhere heye”
 
Endezyara Elektronîk û Elektîrîkê Işik Gurbulak ku di Koma Xebatê ya Jinan a TMMOB’ê de dixebite, zayendperestiya ku pê re tên rû hev bi mînakên ji jiyana xwe vegot.
 
‘Em li qadê tune tên hesibandin’
 
Işikê got di endezariyê de dema dest bi perwerdehiyê hatiye kirin jin rastî newekheviya zayendî hatine û got: “Vê di seranserê jiyana pîşeyî de berdewam kir. Li ser şantiyê, ser erdan, fabrîkayan, tersaneyan, guvertayan û ofîsan jin tune tên hesibandin.”
 
Mobînga 'Tu wek jinekê dikarî bikî?'
 
Işik diyar kir ku yek ji newekheviyên herî mezin newekheviya mobingê ye û got: “Di şertên xebatê de mafên taybet tên binpênkirin. Di girtina kar de dibêjin ‘Tu zewacê difikirî, zarokan difikirî?, wek jin dikarî vî karî bikî? Ez li beşa otomasyon a endustriyel û fabrîkayan xebitîm. Li Amerîkayê min ji bo kar serlêdana kar kir û gotin ‘li Ewropayê endezyarên me yên jin yên di van şertan de xebitîne tune ye. Tu li welatekî wek Tirkiyeyê dikarî vî karî bikî? Jixwe min ew kar dikir. Tenê ji şîrketekê diçûm şîrketeke din.”
 
Işikê gotinên weke ‘em jin li xwe otosansurê pêk tînin’ bi kar anî û got: “Mêr me wek dijber nîşanê hev didin. Divê em vê qebûl nekin. Jin ne raqîbê jinê ye. Raqîbê jinan yê herî mezin zîhniyeta mêr e. Ez bang li jinan dikim. Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya biguherîne heye. Endezyarî karê me jinan e. Divê em li dijî pirsgirêkan têbikoşin.”