Ji Hêzên Demokrasî, Ked û Aştiyê banga mîtîngê: Em li qadan bin

  • 13:41 7 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
STENBOL- Hêzên Demokrasî, Ked û Aştiyê bal kişandin ser girîngiya mîtinga ku ew ê bi dirûşma "Em dixwazin wekî mirovan bijîn" pêk were. Hêzên Demokrasî, Ked û Aştiyê banga derketina qadan kirin. 
 
Hêzên Demokrasî, Ked û Aştiyê, li dijî polîtikayên AKP'ê, mizeya kêmtirîn, bêedaletiya bacê ew ê bi dirûşma "Em dixwazin wekî mirovan bijîn" li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê mîtingê li dar bixe. Hêzên Demokrasî, Ked û Aştiyê banga derketina qadan kirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu ji bo mîtinga ew ê sibehê saet di 13.00'an de bê lidarxistin, banga beşdarbûyinê kir. 
 
'Kirîz herî zêde bandorê li jinê dike'
 
Arzuyê wiha got:"Kirîz herî zêde bandorê li jinê dike. Herî zêde jin bi binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin. Loma divê herî zêde jin beşdar bibin. Kirîz bi awayekî berbiçav me xizan dike. Binpêkirina mafan ên wekî mizeya kêmtirîn, bêedaletiya bacê û tayinkirina qeyûman zêde dibin. Ji bo hemû jin li mafên xwe xwedî derkevin em bangî wan dikin ku beşdarî mîtinga ew ê di 8'ê Kanûnê de bê lidarxistin, bibin."