‘Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye’

  • 09:26 31 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li bazara gel a Bostanliyê esnafên jin û yên dan û standinê dikin, diyar kirin ku rewşa wan ya aborî li gorî sala borî gelek xerab bûye û gotin: “Polîtîkayên şer, bandorê li ser krîza aboriyê dike. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye.”
 
Rapora Demê Hêza Dan û Standinê ya Asgarî ya li ser daneyên Navenda Lêkolîna Çina Sendîkaya Karkeran a Metal Bîrleşîk (BÎSAM), Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ya Bihayên Madeyê, Endeksa Bihayê Bikarhêner (TUFE) û Wezareta Xizmetên Civakî, Malbatî û Xebatê ku hat amadekirin, hat aşkerakirin. Li gorî vê zêdebûna bihayên zebzeyan, zêdebûna hinek lêçûnên din, hêza girtina kesên xizan nîve nîv xist. Li gorî raporê li gorî heman mehên sala borî hêza girtina xurekê ji sedî 4,4 hat tespîtkirin û di mehên havînê de sebzeyê herî zêde tên bikaranîn ji sedî 26, di sîgorteya tenduristiyê ya tê payîn bê perebe jî hêza girtinê ji sedî 78 hêz winda kir. Li bazara gel a Bostanliyê esnafên jin û yên dan û standinê dikin, diyar kir ku rewşa wan ya aborî li gorî sala borî gelek xerab bûye.
 
'Ez êdî televîzyonê temaşe nakim'
 
Jina bi navê Çîlek Boz, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora krîzê û wiha got: "Krîz raste rast bi geşedanên siyasî re girêdayî ye. Ez êdî televîzyonê temaşe nakin, ji ber ku ez aciz dibim. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye. Girtina S-400 bandorê li aboriyê dike. Ji xwe rewşa me diyare. Çima zarokên me şehîd bikevin. Ew ji xwe re li van deran betlanê dikin. Bila biçin li bajarên xwe şer bikin. Ez tu car kurê xwe naşînim wir. Leşkerî jî dibe bi pereyan. Demek nêz de wê leşkeran jî ji derve bînin. Em her diçin têk diçin. Tirsa min ev e ku şerê navxweyî derkeve.”
 
‘Me ji bo zivistanê tiştek nekiriye' 
 
Necla Bodur kedkara teqawîteye û da zanîn ku hêza girtina wan li gorî salên borî mehên borî gelek ketiye û wiha pê de çû: “Em gava xwe davêjin ditirsin. Hîna me ji bo zivistanê xurek negirtiye. Em ne ji bo zivistanê ji bo rojane nikarin sebze bigirin.”
 
‘Mafên wan tune ciwanên me bişînin şer'
 
Cansu Akar jî bi lêv kir ku ew ji beşa Weşangeriya Televîzyon Radyoyê ya Zanîngeha Selçuk mezûn bûye lê kar nedîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe de: “Berê tiştên me bi 100 TL digirt em niha nikarin vî jî bigirin. Zema ji bo av, ceyran û gazê hatiye hêza girtina me pir xistiye. 5 TL hatiye nirxa 20 TL. Me vê mehê 250 TL da ceyranê. Em neçarin bi maeşa hevjînê min debara xwe bikin. Di krîza aborî de geşedanên siyasî pir girîng in. Mafê wan tune ciwanên me bişînin şerê Sûriyeyê. Girtina çekan wê rewşê hîn xerabtir bike. Her tiştê der barê şer de bê wateye. Divê aştî pêk bê. Şer binpêkirine, dewlemendan zêdetir dewlemend dike.”
 
‘Kes tiştekî nakire' 
 
Halîme Nazar ya li bazarê perdeyan difroşe jî bertek nîşanê rewşê da û got ji ber krîzê kargeriya xwe firotiye û li bazarê tezgah vekiriye û got: “Qerebalix heye lê vala ye. Kes tiştekî nakire.”
 
'Muşteriyên me tiştên erzan dixwazin'
 
Gule Saba ya sebzeyan difroşe jî wiha got: “Em sebze digirin û difroşin. Berê qaseya sebze 10 TL bû. Niha 50 TL ye. Muşteriyên me jî kêm digire. Berhemên erzan dixwazin.”
 
‘Zarokên xizanan dimirin’
 
Gulsum Baki jî ava firingiya û sarmeyên li malê çêdike bi hevala xwe re li ser tezgaha vekiriye difroşe û got krîza di sebzeyan de bandorê li firotinan dike û wiha got: “Şer raste rast bandor li krîzê dike. Bila şer tunebe. Şer heme em nikarin nanê xwe bixwin. Ez nikarim kurê xwe bişînim Sûriyeyê. Bila xwedê alîkarê mirovan be. Zarokên xizanan dimirin. Dewlemend pere didin û leşkeriyê nakin.”