Hevşaredara Sûrê bi jinên kedkar re hat gel hev

  • 15:53 30 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, li Baxçeyên Hewselê bi jinên kedkar re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdar kirin. 
 
Hevşaredarên Şaredariya Sûrê ya Amedê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji qeyûm paşve hat stendin xebatên xwe berdewam dikin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bultutekîn di çarçoveya xebatên xwe de li Baxçeyên Hewselê bi jinên Kedkar re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Herwiha hevşaredar Fîlîz li taxa Alî Paşayê jî bi welatiyan re hat gel hev. Fîlz berê jî bi jinên ku zebzeyê hilberandibûn û li ber Goristana Deriyê Mêrdînê difirotin re hevdîtin kiribû. Jinên kedkar ji hevşaredar Fîlîz xestibûn ku ji bo berhemên xwe bifirojin bila cihek ji wan re bê veqetandin û ew vexwendibûn Baxçeyên Hewselê. 
 
Li ser vexwedina jinan Fîlîz îro çû Baxçeyên Hewselê û bi jinan re hevdîtin kir. Di hevîdtinê de jinan daxwaza xwe ya bazarê dubare kir. Fîlz jî ji jinan derbarê Baxçeyên Hewselê de nêrîn girtin. 
 
Fîlîs di axaftina xwe ya bi jinên kedkar kir de ev tişt got: "Em ji bo qadeke ku hûn hêsan bikaribin berhemên xwe lê 4 demsalan hevtê 7 rojan lê bifiroşin difikirin. Ji bo vê jî fikra we girînge. Em ê di demeke kurt de we bikin xwedî bazar."