Krîza aborî mezin dibe: Em bi krediyê kirayên xwe didin

  • 09:01 29 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
 
 
WAN - Neçareserkirina krîza aborî her qadên jiyanê bi bandor dike. Der barê krîza aborî de jinên Wanê axivîn û gotin ku ew her mehê bi kişandina qirediyan kireyên xwe radizînin. 
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe mezin dibe û li dijî neçareserkirina  pirsgirîka krîza aborî polîtîkayên dewletê didomin. Li gel zêdebûna kireyan û  bihabûna têkberan jinên esnaf nikarin kireyên mal û dikanên xwe bidin. Der barê krîzê de jin axivîn û gotin ku krîza aborî hem malên wan wêran kir,hem ji ew ji karê wan kir. 
 
‘Bi çêkirina lihêfan kiraya xwe didim’
 
Ji jinan Perîşan Sayiyigît bi lêv kir ku ew nikare kirêya kargeha xwe bide û got ku ew heta êvaran lihêfan çêdike lê ew berdela keda xwe nagire û wiha got:” Ez bi salane dixebitim lê tu car bi qasî îsal min zehmetî nekişandiye. Ez serê sibehê heta êvaran lihêfan çêdikim. Lê li dijî berdala kedê tiştek tune ye. Ez kireya kargeha xwe nikarim bidim. Ez lihêfan çêdikim û li şuna pereyê kirayê lihêfan didim xwediyê kargehê. Kireya malê 550 lîre ye û ya kargehê ji 300 em nikarîn bidîn. Lê berê rewşa me baş bû. Me bi 50 lîreyan qasî heftiyeke  fêkî û zebze dikirî. Lê niha em bi 50 TL diçîn bazarê em nîv kîlo hildidîn. Ez 65 salî me lê ez nêçarim bixebitim. Krîza aborî her tiştekî bi mirov dide kirin.” 
 
‘Her serê mehê em qiredî dikêşîn’
 
Ji jinan Suheyla Kalçik ji anî ziman ku ji ber krîza aborî rewşa wan her roj nebaş dibe û wiha axivî;” Em ne dikarîn tiştek bikirîn, ne ji dikarin debara xwe bikin. Ji her aliyî ve tevlihevî  heye. Nevresim û perde hatine zemkirin. Kîrê biha bûne û em nikarîn bidîn.  Her tişt hatiye zemkirin û çareserî tune ye. Her serê mehê ez qirediyê dikêşim. Ji vê pirsgirîkê re çareserî tune ye. Ji ber kirê  gelek esnafan kargehên xwe girtin. Em nikarîn qirediyên dikişînin jî bidîn û em di nav krîzeke mezin de ne. Em niha hem ji mala xwe, hem jî ji kargehên xwe dibîn. Divê rojeva Tirkiyeyê ya sereke bibe çareserkirina krîza aborî û ev pirsgirîk bi lez bê çareserkirin.”
 
'Ez dixebitim lê heqê keda xwe dernaxim' 
 
Kader Çavaş jî destnîşanî krîza aborî kir û got  ku ji ber kar tune ye ew mûçeyê xwe jî hilnadin û wiha dom kir;” Karê me berê baştir bû. Lê çawa ku li Tirkiyeyê krîza aborî kur bû karê me sekinî. Em nikarîn kireyên xwe bidîn. Car caran em sifteh nakîn û em kargehên xwe digirîn. Bi 10 an jî 20 lîreyê ku em firotanê dikin em kargehên xwe êvarê digirin. Salên berê me îdare dikir. Lê niha ne em dikarîn kireyên xwe bidîn,  ne jî em dikarîn pereyê xwarina xwe derxînin Min zanîngeh qedandiye lê kar tune ye ku ez herim bixebitim jî. Ger ku çareserî neyê dîtin û fiyet nekevin rojên pir zehmet li pêşiya me ne.” 
 (zyd