'Bila Bazara Pagosê nebe cihê cazibeya bazirganan'

  • 09:03 24 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên ku li Kadîfekaleyê dijîn dan zanîn ku avakirina Bazara Hilberînê ya Pagosê girîng e,  lê divê Bazara Pagosê nebe cihê cazîbeya bazirganan, bila xizmetê bide şêniyên Kadîfekaleyê.
 
90 jinên li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê li hev kombûn, “Bazara Hilberînê ya Pagos” a ji 24 kooperatîfên  çandinî û 12 kooperatîfên jinên hilberîner pêk tê, avakirin û dest bi fortina berheman kirin. Şêniyên li herêmê dijîn li hemberî  îstîmlakê bi gazincin, le ligel vê jî demeke dirêje şêniyên li herêmê daxwaza bazara semtan dikirin. Şêniyên li herêmê dan zanîn ku bazar ji bo hewcedariyê nehatiye vekirin ji bo cazibeya bazirganiyê pêşve bibin hatiye vekirin. Jinan bal kişand ser taybetmendiya Kadîfekaleyê û dan zanîn ku avakirina bazarê têr nake û divê projeyên ku gel pê debara xwe bike bên afirandin.
 
'Divê jin bêtir bikevin nava hilbêrînê'
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Konakê Selma Demîr, bal kişand ser bazarê û wiha got: "Bi saya bazarê dê jin bêtir bikevin nava hilberînê. Em dixwazin jin di hêla aborî de li ser piyê xwe bisekînin. Li bazarê ne berhemên jinên ku nanê tenûrê dipêjin û ne jî yê jinên ku berîkan dirêsin hene. Divê ev tişt li ber çavan bê girtin." 
 
‘Dîroka vir kevnar e' 
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Konakê ya berê û her wiha namzeta Meclîsa Şaredariya Konakê Semra Uzunok, di axaftina xwe de bal kişand ser bernameya hilbijartinê û wiha axivî: "Ji bo gel hilberînê bike gelek porjeyên partiya me hene. Ji bo nasnameyên cuda bi hev re bijîn xebatên bi vî rengî girîng in. Dîroka vê herêmî kevnar e. Li gorî min divê jin bi çand û nirxên xwe tevlî qada hilberînê bibin."
 
'Divê ji dîroka mirovahiyê re xizmet bê kirin'
 
Semra, da zanîn ku  ji bo Kadîfekaleyê 10 sal in veghuhestinê ya bajêr heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cihek pir xweş e û çûn û hatina wê rehet e. Gelek şêniyên li Kadîfekaleyê li gorî keda ku dane xaniyên xwe, heqê xwe nikarin bistînin. Her wiha gelek şêniyên Kadîfekaleyê hatine deyndarkirin. Em li dijî ranta ku li ser guhertina bajêr tê kirin in. Dibe ku bajar bên nûkirin, lê divê dîroka mirovahiyê bê parstin. Li vir divê projeyên ku gel pê debara xwe bike jî  bên afirandin."
 
‘Bila nebêjin me xizmet kiriye' 
 
Gundê Sultan Yagmekanê hatiye xirabkirin û Sultan jî ji ber neçariyê berê xwe daye Kadîfekaleyê. Sultan, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Kadîfekale ji bo me wekî Mêrdîneke biçûk e. Em ji neçariyê koçber bûn. Niha jî tên dibêjin em ê xizmetê bidin we. Li gorî min avakirina bazarê ne xizmet e, bila me asteng nekin wekî din em tiştek ji wan naxwazin. Bila nebêjin ku me xizmet dayê şêniyên li Kadîfekaleyê."
 
‘Ji bo aboriya malê hilberîn girîng e' 
 
Li pazarê ji bo her taxekê du tezgah hatine veqetandin û ji taxa Yeşîldereyê Fîlîz Ateşoglu li ser tezgahekî berhemên xwe  difiroşe û wiha got: "Ez kevirên bibehn û çente difiroşim û her wiha xwarinê jî çêdikim û difroşim. Karê ku dikim ji bo aboriya malê girîng e."
 
'Em naxwazin bar bikin û biçîn'
 
Şêniya Kadîfekaleyê Emîne Tayboga jî wekî jinên din bal kişand ser bazara ku hatî avakirin û wiha axivî: "Divê xebata bi vî rengî ewil bihata çêkirin. Her wiha em hêvî dikin ku karê me baştir bibe. Nayê zanîn ku dê di guhertinan bajêr de çî bibe û em naxwazin ji vir bar bikin û biçin. Her wiha di bazarê de kîraya standan nayê standin ev tişt baş e. Ji ber ku li vir rewşa aborî  xirab e."