Guneş Gumuş: Kêmkirina faîzê aboriyê baş nake lê wê AKP vê bide zorê

  • 09:04 22 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
ENQERE - Tirkiye ku tevî rewşa xwe ya aborî ji Rûsyayê S-400 girt. Aborîst Guneş Gumuş rewşa Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Enflasyon li dora ji sedî 15’ê girtî maye. Di esasê de kapasîtaya  xerckirina welatiyan tune ye. Faîz bikevin jî rewşa şîrketan ne baş e, dolar zêde nabe. Rêjeya krediyên têk çûne gelek bilinde. Ji ber vê jî daketina faîzê aboriyê baş nake lê wê AKP vê bide zorê.”
 
Rewşa krîza aborî ya li Tirkiyeyê hîna cîdiyeta xwe diparêze û Tirkiyeyê jî bi Rusyayê re li hev kir  S-400 jê girtin. Aborînas Guneş Gumuş der barê rewşa aborî ya Tirkiyeyê de axivî.
 
Guneşê destnîşan kir ku Tirkiye di vê demê de bi çend xetereyan re hatiye rû hev û di demek nêz de wê razemenî bi kurahî bi bandor bibin. Guneşê wiha got: “Encamên ku nayên payîn wê derkevin. Lê Tramp jî Erdogan tîne bîra mirovan. Tirkiye welatekî şikestiye. Mînak di 2018’an de dema Rahîp Brunson bûn rojev, ji vê gelek bi bandor bû. Ev bi bilindbûna dovîzê dest pê kiribû. Vê carê jî em difikirin ku wê bi awayekî nerm bê.”
 
‘Sektora taybet bi deynekî mezin re hatiye rû hev’
 
Guneşê daxuyakirin ku 220 mîlyar dolar deynê sektora taybet yê derkeve heye û wiha pê de çû: “Ev di salekê de nêzî 60 mîlyarî ye. Di rewşa deyn nedin wê bi îflasê re bên rû hev. Ev rêjeya razemeniyê zêde bibe wê qadên ku aboriya Tirkiyeyê bike zehmetiyê vebike. 2018’an de di dovîzê de zêdebûnek cidî çêbû. Ev wê ji bo AKP’ê jî pisgirêkek cidî be.”
 
‘Daxistina faîzê wê aboriyê baş neke’
 
Guneşê bi lêv kir ku bi hilbijartinên 23’ê Hezîranê re wê AKP hewl daye xwe mezin bike û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de Serokê Bankaya Navendî guheriye û hedef dikir ku faîzê daxîne. Enflasyon li dora ji sedî 15’ê girtî maye. Di esasê de kapasîta xerckirina welatî tue. Faîz bikevin jî rewşa şîrketan ne baş e, dolar zêde nabe. Rêjeya krediyên têk çûne gelek bilinde. Ji ber vê jî ev daketina faîzê aboriyê baş nake lê wê AKP vê bide zorê. Aboriya cemawerî ya ku AKP’ê wek razemeniya hilbijartinê dîtiye jî xera kiriye û ji ber rêjeyên faîzê di sektora taybet de jî zêdebûnek çêbûye. Hêza ku rakirina pêvajoyeke nû ket ser milê bankayên cemawerî.”