Di germahiya 45 dereceyî de 15 rojan tî man!

  • 09:07 3 Tebax 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Li Hezex a ku germahî gihaştiye 45 dereceyî, 15 rojan av nedan taxan. Şêniyên taxê diyar kirin ku her sal bi heman hincetan av tê birîn û gotin ava ku du roj berê hatiye berdan dîsa bê birîn ew ê bimeşin şaredariyê.
 
Li Hezex a Şirnexê ku germahî gihaştiye 45 dereceyî, piştî pirsgirêka ceyranê niha jî ya avê derket holê. Ji bo Taxa Nû û taxên din ev 15 roj in av nayê dayîn. Jinên Hezexê daxuyakirin ku di vê germê de mexdûr bûne û her havîn vê pirsgirêkê dijîn.
 
Her sal av tên birîn
 
Şaîze Dîlîm destnîşan kir ku ev 15 roj in av hatibû birîn û wiha got: “Her sal wisa dibe. Ev du roj in av tê. Her sal em mehekê di vê germê de bê av tên hiştin. Wê çend rojên din dîsa bê birîn. Wê mehekê neyê. Êdî pereyê em bidin avê nema. Her carê dibêjin borî teqya an jî erize çêbûye. Çima gelo ji vê re çareseriyek mayînde nabînin.”
 
‘Em ê bimeşin şaredariyê’
 
Şaîzeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew nikarin hewcedariya xwe ya rojane pêk bînin û wiha pê de çû: “Zarokên me êdî nikarin serê xwe bişon. Li Sîlopî û Cizîrê ceyranê dibirin. Li vir jî avê. Di rewşa av dîsa bê birîn em ê bimeşin şaredariyê. Nexweş hene. Zarok hene. Bila êdî dest ji vê pêkanînê berdin.”
 
‘Avên me dibirin’
 
Revşen Kok jî destnîşan kir ku her ku av tê birîn hincetên cuda didin pêş û ev tişt anî ziman: “Mirovan ji ber ava hatiye birîn kargeriyên xwe girt. Di vê germê de ev bi mirovan tê kirin? Her sal dibêjin borî teqiyane. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin.”