Nagîhan Akarsel bi ‘Rojên Jinerjî’ hat bibîranîn

  • 15:04 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî yê hat qetilkirin, bi Rojên Jinerjî hat hat bibîranîn. Hat diyar kirin ku di şexsê Nagîhan de zanista jinan hat hedefgirtin.
 
Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmanî yê başûrê Kurdistanê bi hat qetilkirin, bi ‘Rojên Jinerjî' hat bibîranîn. Rojên Jinerjî yên Nagihan Akarsel ku di 2’yê mehê de li Dêrikê dest pê kir û heya 5’ê mehê dê li bajarên cuda bidome,
 
Îro li Navenda Xabûr a Cand û Hunerê ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di ‘Rojên Jinerjî' de ku gelek xebatên hunerî yên mîna stran û şanoyan jî te de cih girtin, soza bilindkirina têkoşîna Nagîhan Akarsel û pêkanîna xeyalên wê hat dayîn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiye hevseroka PYD'ê Perwîn Yûsif axivi.
 
Perwîn, di şexsê Nagîhan Akarsel de tevahi jinên şoreşger en bi lêgerîna heqîqetê meşiyan e û di oxira azadiye de jiyana xwe ji dest dane bi bîr ani û wiha got: “Dema ku îro em di hizûra bîranîna hevala Nagîhan de ne di heman demê de em ji bo nefreta erişên li ser gelê me û jinen azad tên mesandin vê derê ne.
 
Perwîn, destnîşan kir ku di şexsê hevala Nagîhan de zanista jinan hat hedefgirtin. Di her gaveke me de dijminê me ji me ditirse. Rojane bi riya şerê taybet hewl dide zanista jinan vala derxe û nehêle ev zanist belav bibe. Şoreşa ku bi zanistî mezin bibe wê her roj biheztir bibe. Ya ku dijmin ditirsîne jî ev e. Hedefgirtina hevala Nagîhan ku duh ji hevala Jînda hat hedefgirtin, em dibejin tu car wê armanca dijmin û xayînan bi cih neyê. Bi hezaran hevalên me yên ku li ser doza wan dimeşin hene. Ya ku divê em dubare lanet bikin xiyanet e ku bi pêşengiya mala Berzanî tê mesandin. Xeta xiyanetê di nava xwe de dihewîne. Ev jî li Başûrê Kurdistanê bûye xencerek li hemberî Gelê Kurd.
 
Bi qasî têkoşîna me li hemberî dagirkeriyê berdewam dike li hemberî xiyanetê jî berdewam dike. Divê em li hemberî van rewşan şiyar bin û her yek ji me bibe mertal. Bi hevgirtina gel û jinan em ê vê yekê bikin. Bi têkosîneke rast, em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin.
 
Şoreşa me gerdûnî bûye. Hemû jinên azadîxwaz, hezê ji ve şoreşê digrin. Em jî bi boneya hevala Nagîhan silavên xwe ji 150 rexistinên jin re dişînin ku ji bo hevala Nagîhan doz dane destpekirin.
 
Bi bedewbûna jinan em dikarin cîhaneke xweş ava bikin. Em bawer in ev gav wê mezin bibe. Ji bo kujeran em bidarizînin li dadgehên navneteweyî em hevgirtina xwe divê xurt bikin.
 
Li tevahi cîhane şer heye. Qeilkirina jinan heye. Bi jin jiyan azadî wê têkoşîna me jî bibe cîhanî. Em soz didin ku em hevaltiya xwe ya pê re heta hetayê bidomînin û bikin bingehe têkoşîna xwe ya azadiyê.”
 
Rojên Jinerjî yên Nagîhan Akarsel bi sînevîzyon, stran, şanû û helbestan bi dawî bû.
 
Paşê li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel li sînevîzyonek hat temaşekirin.
 
Koma Şehîd Barîn a ji Kobanê hatibû stranan got. Mamoste Şînda Hesen helbesta xwe ya ku li ser Nagîhan Akarsel nivîsandibû xwend. Koma Şehîd Mizgîn a Hîlala Zêrîn a şanoye derket ser dikê bi lîstika xwe ya ku mijara wê tundiya li ser jinan bû. Zarokên gundê Jinwarê herî dawî stranan gotin.
 
Rojên Jinerjî yên Nagîhan Akarsel bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî' û bi belavkirina aşûreyê dawî bû.