Hevserokên HDP'a Îzmîrê nehatin tahliyekirin

  • 20:05 4 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê yên berê Berna Çelîk û Çinar Altan ku hatibûn girtin, biryara domandina darizandina bi awayekî girtî hat dayîn. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê yên berê Berna Çelîk û Çinar Altan ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin girtin, di danişîna ewil de li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Îzmîrê derketin pêşberî dadger. Di danişînê de Berna Çelîk, Çinar Altan û parêzerên wan amade bûn. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîd eTurkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Brûcûgul Çubuk, İbrahim Akin, Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu jî di nav de nûnerên gelek saziyan danişînê şopandin. 
 
Her du hevserok li hêwana dadgehê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
Ewilî Vedat Çinar Altan axivî. Çinar destnîşan kir ku wekî gelk dozan ev doz jî bi îdiayên pûç hatiye vekirin û ji ber ku îradeyeke siyasî ne tên darizandin. 
 
Paşê Berna Çelîk parastin kir. Bernayê jî anî ziman ku daxuyaniyên ku beşdarî wan bûne, çalakiyên ku beşdarî wan bûne wekî sûc hatine hesibandin û got ku bi taybetî wekî sûc hesibandina çalakiyên rêxistinên jinan politikaya feerasta mêrî ya dijminatiya jinan dike bi xwe ye û ji ber ku têdikoşin tên darizandin. 
 
Piştî parastinan heyeta adgehê biryara domandina girtina her du hevserokan da û danişînê taloqî 13'ê Çileya 2025'an kir.