Ece Devrîm a trans: Rizgariya me ne kesane civakî ye

  • 09:43 22 Tîrmeh 2018
  • Jiyan
STENBOL- Ece Devrîm a di 2014’an de ji ber qezayek derbas kir nikare bimeşe wiha got: “Ez ne tenê jinek trans im, ez li dijî astengiyan jî têdkoşim. Ez sosyalîst im û di gelek mijaran de têdikoşim. Rojekê wê teqez trans qezenc bikin. Rizgariya me ne kesane, civakî ye. Ez tu car dest ji têkoşînê bernadim.”
 
Ece Devrîm ku jinek transseksuel e, di 2014’an de ji ber qezayek derbas kir nikare bimeşe. Ece li ber navendek dan û standinê ya li Kolana Îstîklalê,  bi tezgaha xwe ya seyar ya li ser kursiya bi teker çêkiriye çakmakan difroşe.  Ece diyar dike ku ji ber nasnameya xwe ya trans kes kar nadê û aktîvîsta Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û endama Meclîsa jinan e. Ece diyar dike ku ji bo nebe jinek trans ya ketiye tora fuhuşê têkoşîneke mezin daye û niha bi firotina çakmakan debara xwe dike.
 
Çîroka Ece Devrîm
 
Ece zaroka malbatek ku koçî Elmanyayê kiriye û di 14 saliya xwe de  bedena xwe kîfş dike. Ece wiha dibêje: “Bavê min dîktator bû ji ber vê min di temenê biçûk de li dijî dîktatoriyê dest bi têkoşînê kir.” Ji ber zayendê bavê wê Eceyê dişîne Tirkiyeyê. Sê salan li kolanê dijî. Rastî îstîsmara zayendî tê. Fuhuş lê tê ferzkirin. Piştre DJ’tiyê dike.  Dema dikeve fuhuşê rastî şîdeta giran a polîsan tê. Ece piştre li Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) xwe rêxistin dike.
 
‘Fuhûş ne xeyala  tu jinek trans e’
 
Eceyê diyar kir ku fuhuş pergala serdest a mêr e û wiha got: "Fûhuş  ne xeyala tu jinek trans e. Lê pergal vê li jinên trans ferz dike. Min tu carî fûhûş qebûl nekir. Mafên herî sereke yên van kesan tên astengkirin û fûhûş li wan tê ferzkirin.”
 
‘Rizgariya me ne kesane , civakî ye’
 
Eceyê daxuyakirin ku ew seyarfiroşiyê dike û dîsa rastî astengiya polîsan tê û wiha pê de çû: “Ez ne tenê jinek trans im. Em bi astengiyan re têdikoşin Em ji kevneşopiya Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan hatine.Ew çawa ji rastiya xwe dur neketin, ez jî 53 sale ji tişta dizanim dur neketim. Rojekê wê bindest qezenc bikin. Rizgariya me ne kesane ye, civakî ye.”
 
‘Astengdar jî wek LGBTÎ’yan tune tên hesibandin’
 
Eceyê destnîşan kir ku astengdar jî wek kesên LGBTÎ  li vî welatî tune tên hesibandin û piranî astengdar hînî vê jiyanê bûne û qet ji malê dernakevin, mîmariya bajaran li gorî astengdaran nehatiye çêkirin.
 
Eceyê bi lêv kir ku ew mafê LGBTÎ’yan jî diparêze û wiha got: “Ez meşa rumetê û 8’ê Adarê wek pîrozkirinê, çêkirin qebûl nakim. Tu yê bêjî ‘jin tê kuştin, maf tê xespkirin’ û li kolanan jî pîrozbahiyê dikî. Tu li vir dibêjî trans tê kuştin û li kolanan  pîrozbahiyê dikî û di vir de tu nikarî kesî îkna bikî. Tu ajîtasyonê jî nakî, civak te qebûl nake. Bingeha sosyalojîk a vî gelî diya e. Ev bi têkoşîna hevpar pêkan e.”