'Bila jin xwe bi karê malê bi sînor nekin'

  • 09:06 15 Cotmeh 2020
  • Jiyan
AMED - Sema Barut ku ji ber debara malê nedihat kirin hevjînê wê ji bo ku dikanê bixebitînê piştgirî dayê wiha got: “Hevjînê min ku di serî de ji bo debara malê piştgirî da min. niha ji ber ku karê malê tê parvekirin poşman e. Lê ez bang li jinan dikim ku xwe bi karê malê bi sînor nekin.”
 
Çawa ku jin bi malê ve bi sînor kirin xwestin wan ji hilberînê dûr bikin. Lê belê hêza jinê ew bû ku hem di hundirê malê hem jî li derve hilberîne. Yek ji wan jinan jî a li navçeya Pasûrê ya Amedê Sema Barut(39) e. Sema ji roja ku zewiciyê tenê bi karê malê ve mijûl bûye.  Lê piştî 20 salan li dikanê bi dirûtîna cil û bergan dest bi karê esnaftiyê dike. Sema kar û jiyana xwe bi kurtasî ji ajansa me re vegot.   
 
 ‘Piştgiriya min kir’
 
Semaya ku ev saleke karê dirûtina cilan dike bal kişand ser destpêka karê xwe û anî ziman ku bi piştevaniya hevjînê xwe dest bi vî karî kiriye û axivî: “Ji bo vî karî zanebûn û huner pêwist e. Di dema ku zêde ciwanbûm li Stenbolê di karê  konfeksîyonê de xebitibûm û perwerdeya dirûtinê jî min dîtibû. Ji ber vê dema ku min dest bi kar kir min zahmetî nekişand. Lê piştî zewicîm heta par jî nexebitîm. Ji ber ku em di warê aborî de gelek tengav bûn min dest bi vî karî kir. Hevjînê min karê înşaetê dikir û ji ber ku di warê debara malê de mecbûr ma, dema min dikan vekir di serî de piştgirî da min û min dikana dirûnkariyê vekir. Lê niha poşman e. Ji ber ku karê malê tê parvekirin.”
 
‘Piştî 20 salan ji hundirê malê derketim’
 
Sema diyar kir ku piştî 20 salan ji hundirê malê derket derve û ev tiştê anî ziman: “ Dema min dest bi xebatê kir min xwe pir cuda hîs kir, tirsiyam ku nikaribim ji bin vî karî derkevim. Ji ber ku ez ji destpêka zewaca xwe de heta sala par tenê bi karên hundirê malê ve mijûlî bûm. Xebata derve jî ji bo min gaveke gelek girîng bû. Min di serî de nexwest lê bi demê re fêr bûm û li gorî min divê hemû jin xwe bi karên malê ve bi sînor nekin. Helbet dijwariyên vî karî jî hene. Dikana min hê nû ye lewra divê bê nas kirin. Her wiha şewba koronayê jî me asteng dike. Dem hat min nikaribû kirêya dikanê bidim n. Tevî van yekan carinan ji ber giraniya kar heta saetên direng xebitim û karê min ê malê dima.”
 
‘Hevjînê min niha bi vekirina dikanê poşman e’
 
Semaya ku di navberê de bi mişteriyên dikana xwe mijûl dibû, diyar kir ku hevjînê wê ji bo vekirina dikanê poşman bûye û wiha bilêv kir: “Wekî hûn dibînin karê min carinan pir giran e. Ji ber vê ez carinan heta saetên dereng dixebitim. Ew jî dibe sedem ku karên malê ewqas nikarim bikim. Lewra piraniya barê karên malê ketiye ser milê hevjînê min.  Ew ji ber karên malê aciz e. Êdî naxwaze ez bixebitim. Lê êdî qediya. Ez dev ji karê xwe bernadim. Ji ber ku min ked û hilbêrîna jinê nas kir. Divê hemû jin li ser piyên xwe bikaribin bisekinin.”