Ji ber êrişan karmendên NY'ê nikarin biçin Minbic û Kobanê
- 15:10 24 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku karmendên wê ji ber rewşa ewlehiyê nikarin xwe bigihînin Minbic û Kobanê.
Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna jî ji bo 40 hezar kesên ku li 215 navendên rewşên awarte dimînin, zehmet e.
Ofîsa NY'yê diyar kir ku ji ber wê rewşa ewlehiyê 2 hefte ye karmendên wê nikarin xwe bigihînin bajarên Kobanê û Minbicê.
Ofîsê her wiha destnîşan kir ku rewşa tevlihev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên mirovî asteng dike.
Nûnerê NY'yê Sûriyeyê Geir Pedersen gotibû nedîtina çareseriyeke siyasî di navbera QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de encamên xirab ji bo tevahî Sûriyeyê bi xwe re bînin.