Li Kirşehîrê jina ducanî bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 21:05 24 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirşehîrê H.A. ya ku 9 mehî ducanî û bi astsûbayekê re zewicandî li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
H.A. ya ku bi piyade astsûbay M.A. re zewicandî, li mala xwe ya li taxa Ahî Evranê ya li Kirşehîrê bi awayekî birîndar hat dîtin. Jina ku 9 mehî ducanî û bi çekê hatî birîndakirin jiyana xwe ji dest da.
 
Ekîbên tenduristiyê H.A. rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kirşehîrê û li wir bi sezeryanê bebeka wê hat xilaskirin.
 
Hat diyarkirin ku piyade astsûbay M.A. li Îdirê kar dike û ji bo destûra salane hatiye Kirşehîrê.