'Em ê pênûs û kameraya Cîhan û Nazim li erdê nehêlin'

  • 15:13 24 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê diyar kir ku ew îlhamê ji berxwedan û wêrekiya şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan digirin û ew ê hêza zanîna xwe ji bo xizmeta doza welatê xwe bi kar bînin.
 
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava ji bo şermezarkirina hedefgirtina nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li pêşiya avahiya peymangeha xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.
 
Xwendekaran wêneyên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hildan û pankartên “Em hemû QSD ne” û “QSD hebûn û nasnameya me ye” vekirin.
 
Daxuyanî ji aliyê xwendekara peymangehê Sîlva Keleş ve hat xwendin.
 
Sîlva Keleş diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku pêşeroja gel bi hevgirtinê tê avakirin, li ser vî esasî ew piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikin ku herêmê û pêkhateyên wê diparêzin.
 
Sîlva Keleş bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan jî û got: "Dewleta Tirk ji dengê rastiyê ditirse û dixwaze bi êrişên xwe yên hovane rastiyê veşêre. Ji bo vê yekê her gava ku em di rêwîtiya xwe ya zanistî de davêjin, em îlhamê ji berxwedan û wêrekiya wan digirin.”
 
Sîlva Keleş got: “Em soz didin şehîdên çapemeniyê ku wê dengê rastiyê neyê çewsandin. Em ê li ser şopa wan kamîre û pênûsa wan hildin. Em ê di her warî de li kêleka hêzên xwe yên leheng piştgiriya wan bikin û hêza zanîna xwe ji bo xizmeta doza welatê xwe bi kar bînin, heta ku em bigihêjin welatekî azad û demokratîk.”
 
Daxuyanî bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.