'Em naxwazin vê zivistanê jî li derve bimînin'

  • 09:06 13 Cotmeh 2020
  • Jiyan
WAN - Şêniyên taxa Elbakê ku ji ber erdhejê xaniyên wan hilweşiyan, gotin ku ew zivistaneke din jî naxwazin li derve derbas bikin. 
 
Li bajarê Xoyê yê di nava sînorê Îranê de di 28'ê sibatê de erdhejeke bi pileya 5.9 pêk hat. Di encama erdhejê de li taxên girêdayî Elbakê, Elbîs, Elezî, Qiratî, Qşkol, Xanik û Gulikê gelek avahî hilweşiyabûn. Di erdheja ku li navçeyê 11 kesî jiyana xwe ji dest da gelek sewşa jî di binê kavilan de man û mirar bûn. Hin sewalên ku şêniyên navçeyê bi îmkanên xwe rizgar kirin jî ji ber ku cihê lê bimînin tune bû gelekên wan ji ber sermayê mirar bûn.
 
Hin sewal jî ji ber cih tunebû hatin firotin
 
Li herêmê ku serma bi taybetî bişev dadikeve binê sifrê û derbas dike, gelek kesî yan li ber wê sermayê li dora agirê pêxistin derbar kir û yan jî di kaseyên kamyon û traktoran de derbas kirin. Li şêniyên ku bi hefta ji bo stargehê bang kirin tenê şorbe hat belavkirin û gelek şêniyên taxê jî ji ber ku cihekî ew û sewalên xwe lê star bibin nedîtin cihê xwe terk kirin.Kesên li herêma erdhejê man jî bi alîkariye ku ji herêmên cuda ji wan re hat li ser piyan man.
 
Wê vî çelî jî li xaniyên li ber hilweşînê derbas bikin
 
Li herêma ku 8 meh di ser erdhejê re derbas bûne xaniyek jî nehatiye çêkirin û ji bo gelek şêniyên li taxan konteynir jî nehatin dayîn. Konteynirên ku hatin dayîn jî binesaziya wan nehat çêkirin û li gel vê lêçûna ceryanê jî ji kesên di van konteyinran de dimînin tê sitendin.
 
'Em pirsgirêkên starbûnê dijîn'
 
Li taxa gulik ku li gel erdhejê lehî jî lê rabû şêniya taxê Çîçek Akdemîr got ku hewa ji niha ve ser bûye û anî ziman ku ew nikarin ji bo xwe sotemeniyê jî bistînin. Çîçekê wiha got, "Em pirsgirêka starbûnê dijîn. Ji zarokên min re kinc lazimin, cihekî ku em sewalên xwe lê bihêlin tune ye. Çile nêz bûye em nizanin em ê çi bikin."
 
'Di konteynirek du ode de em 12 kes dimînin'
 
Bukê Aydemîr jî diyar kir ku rayedarên AFAD'ê, di rojên ewil de gelek hatine taxa wan û wiha got, "Dema ku rayedar hatin sozê ku wê ji bo me xaniyan çêbikin dan û gotin ew ê careke din bên serdana me û gelek soz dan me. Lê sozê xwe bi cih neanîn. Em di konteynireke du ode de 10-12 kes dimînin û em pirsgirêkên av û ceryanê dijîn. Em nizanin em ê vê zivistanê çawa derbas bikin."
 
Bûkê bal kişand ser pêvajoya pandemiyê jî got ku naveda tendirustiyê ya herî nêz bi kîlometreyan dûrî wan e û wiha berdewam kir, "Zarokên me nexweş dikevin, em nikarin paqijîya xwe ya şexsî bikin û îmkanên me tune ne."
 
Faturaya ceryanê li konteyniran 370 TL ye
 
Guer Bîrtane ya ku li taxa Xanikê dimîne jî got konteynir dane wan lê alavên xwe nikarin li wan bi cih bikin û ji ber wê li malên ku ji erdhejê zerar dîtine dimînin. Gulerê anî ziman ku di konteynirên dane jî tenê 20 kes dikarin bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji ber ku binesaziya konteynirê nehatiye çêkirin em nikarin avrêj û serşoyê bi kar bînin. Tenê faturaya ceryanê ya mehekê ya konteyinrê 370 TL hat.  Faturayê jî em didin. Me tenê xwest ku maleke em bikaribin bi rehetî lê mibînin dixwazin. Ev zivistana duyem e ku em ê li derve derbas bikin û tu pêdiviyên me pêk neanîn."
 
Sewlal bê cih û war hatine hiştin
 
Zeynep Guneş jî got ku hikûmetê tu pêdiviyên wan bi cih neanîne û ev tişt anî ziman, "Sewlên me di havînê de li zozanan bûn û pirsgirêka wan a cih tune bû lê bi hatina zivistanê re divê em wan bikin axuran. Lê exur tune û men nizanin em ê wan li ku bi cih bikin .Ji bilî sewlkariyê tu hatiniya me tune ye bila xaniyên me çêbikin em piştevaniyê dixwazin."
 
Hinar a ku konteynir nedanê konê wê jî şewitiye
 
Hinar Kartal jî anî ziman ku konteynir nedanê tenê konek daninê û wiha got, "Konê me agir pêket û şewitî. Em mecbûrê ku li xaniyê zerar dîtiye bimînin. Tu cihekî em lê bimînin tune ye." Herwiha Îrane Bîrtane jî got ku ew ji sermana nikarin di konteyniran de razê û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ez pîr im û nexweş im. Li konteynira dimînim milê min hişk bûye û ji sermana nikarim razêm. Em alîkariyê dixwazin."