Salnama jinê: Hermel

  • 09:02 4 Cotmeh 2020
  • Jiyan
AMED - Hermel, di dermankirina gelek nexweşiyan de tê bikaranîn, wekî salnameya jinê tê nasîn û her wiha li dijî nezerê jî tê bikaranîn. 
 
Hermel (uzelîk), li Tirkiye, Rojhlata Navîn û gelek deverên herêmê digihêje. Di nav gel de li dijî nezerokê tê bikaranîn. Kulîlkên hermelê spî ye. Di mehên gulan û tebaxê de vedike. Bi taybetî li cihên ziwa û hişk şîn dibe. Ji tovên hermelê çay tê çêkirin û tê vexwarin. Her wiha ji bo gelek nexweşiyan jî bi fêdeye. 
 
Ligel vê jî li gorî baweriya civakê jî li dijî nezerê hermel tê bikaranîn. Li ber deriyan tê daliqandin. Her wiha wekî "salnameya jinê" jî tê zanîn. Hermel li gundê Jinwar a li Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê jî bûye sembolek. 
 
Tovên vê ji bo gelek nexweşiya bi fêdeye. Ji tovê çaya wê tê çêkirin. Ji bo mîkrobên roviyan, reaksyonên alerjîk, ji bo rêk û pêkbûna hormonan, êşa serî, dermankirina pençeşêrê, xurtkirina hiş û ji bo porê tê bikaranîn.