Esmer Kumlî: Hilberîna xwe hûn bikin

  • 09:24 8 Gulan 2020
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Esmer Kumlî li dijî jiyana bajar li baxçeyê xwe jiyaneke bi xwezayê re girêdayê ava kir û debara xwe jî bi vî awayî dike. Esmerê got sedema vîrusa korona jî bikarhêneriye û got kulmek axa we jî hebe hilberîna xwe, hun bikin.
 
Li navçeya Artemît a Wanê jina bi navê Esmer Kumlî ya li taxa Kurubaş dijî, yek ji jinên ku raza jiyanê di xwezayê de dîtiye ye.
 
Esmerê diyar kir ku ji ber di avahiyeke bilind de najî bi şanse û wiha pê de çû: “Jiyana li metropolan di alî civakî, aborî û psîkolojîk de bandor li ser mirovan dike. Di jiyana min de tu tişt neguherî. Ji ber ku min tu car beramberê pere kar nekir. Min girêdayê sektorekê mûçe negirt. Min xwe dîtiye nedîtiye ez bi xwezayê re dijîm. Di xwezayê de jiyan gelek bi derfet e. Min hewcedariyên xwe ji xwezayê girtin.”
 
‘Civakekek ku berhemên xwe nikarin bikar bînin heye’
 
Esmerê balkişand ser vîrusê û wiha pê de çû: “Vîrusê herî zêde bandor li ser bajaran kir. Ji mirovên ji bajaran li her derê belav bû. Dema mirov li terza jiyana wan dinêrin mixabin civakeke bikarhêner an jî berhemên xwe nikarin bi kar bînin heye. Ez berhemên destê xwe bi kar tînim. Hemû qada jiyana min baxçe, mirişk û mala min e.”
 
‘Tiştên ji min zêde dirforşim’
 
Esmerê daxuyakirin ku ew sibehê zû radibe û got: “Ez êm didim mirişkan. Ez hêkên wan yên zêde difroşim. Bi vî pereyî jî hewcedariyên xwe yên din dibînim. Ez goştê xwe jî ji elokên xwedî dikim digirim. Nanê xwe di tenûrê de çêdikim. Çêleka min heye. Ez mast, şîr û penîrê xwe jî bi vî awayî çêdikim. Divê em girîngiyê bidin hilbrînê. Ger kulmek axa we jî hebe hilberînê bikin. Fêdeya wê ji her tiştî zêdetir e.”