Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Werin em bibin yek
- 15:36 26 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê tê şermezarkirin. Bi tevlîbûna şandeya ku ji Sêrtê hatî daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 14’yan de didome. Nobet bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê meşandin.
Çalakvan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Dayik bi stranên xwe piştevaniya nobetê kirin. Her wiha ji Sêrtê şandeyek îro tevlî nobetê bû. Nobeta ku 14 roj in didome de daxuyanî hat dayîn.
'Em aştiyê dixwazin, ne şer'
Dayika Aştiyê Perîhan Altug di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojava di bin berpirsyariya me hemûyan de ye. Em hemû di bin şer û bombebaranê de ne. Ji bo dawî li vî şerî, xwînrijandin û şerê qirêj bînin em li vir in. Yên ku li her derê vê xwînrijandin û şerê qirêj bi dawî bikin em Kurd in. Em Kurd in û li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em 40 sal jî têbikoşin, divê dawî ji şer bê. Kurd aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Şer bi kêrî kesî nayê. Şerê Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Jin û zarok li wir tên qetilkirin. Êdî bes e û bila dayîk êdî negirîn. Em aştî û edaletê dixwazin."
14 Roj in berxwedan didome
Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mustafa Dayana axivî û wiha axivî: “Dayikên me yên bi rûmet 14 roj in berxwedaneke hevpar nîşan didin. Şerê qirêj ê îro bi armanca tunekirina mirovahiyê ye. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em şer qebûl nakin. Gelê Rojava ji bo nasname, çand û hebûna xwe têdikoşe. Li dijî gelê Kurd her cure şerên qirêj tên meşandin. Serkeftina Rojava jî serkeftina vê derê ye. Em dilê Rojava ne. Werin em bibin yek. Em bang li dewleta Tirk dikin; Em aştiyê dixwazin ne şer."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.