‘Zarokên astengdar û dayikên wan di pêvajoya vîrusê de tenê man’

  • 09:09 5 Gulan 2020
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seda Çelîk diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de zarokên astengdar û dayikê wan zêdetir tenê mane û bang kir ku divê ji bo malbatan piştgiriya pêwist ya perwerde û psîkolojîk û şêwirmendiyê bê dayîn.
 
Bi vîrûsa korona re, zarokên otîzm yên divê perwerda taybet û lênerînek taybet bigirin û dayikên wan zêdetir tenê hatin hiştin. Seda Çelîk ya ku zarokê wê jî otîzmî ye der barê pêvajoyê de axivî.
 
Sedayê diyar kir ku got ji ber pirsgirêkên di zewaca xwe de pirsgirêkên bi zarokê xwe re jî dereng ferq kiriye û pêvajoya dawî jî tenê hatiye hiştin û got: “Bar piranî li ser min ma. Çiyê zarokê min hebûna jî minê bigirta. Ev hinekî jî bi hişmendiya mirovan re eleqeder e. Mêr zêdetir berpirsyariyê nagirin ser xwe. Zarokên astengdar bi taybet divê di navbera temenê 0-6’an de perwerdê bigire û dewlet tenê hefteyê du saetan dersê dide.”
 
‘Malbat tenê tên hiştin’
 
Sedayê destnîşan kir ku malbatên ku zarokên wan yên astengdar hene, piştgiriya psîkolojîk nagirin û tenê tê hiştin û got: “Ji ber rewşa zarokan em pêvajoyek zehmet dijîn. Hemû kesên xwedî zarokên wisa vê dibînin. Lê em tenê tên hiştin. Mamostetiya astengdarên zîhnî karekî ku sebrê dixwaze ye. Divê li gorî pîşeyê rihekî taybet hebe. Karê kar girane. Bi 1 an jî 2 seansên taybet yên hefteyî bi zarokan re têkilî nikare bê danîn. Ev jî pêşî li pêvajoyê digire.”
 
‘Beriya koronayê jî ber pêşdarazan em nikaribûn derkevin’
 
Sedayê bi lêv kir ku malbatên astengdaran ku jiyanek wek hepsê dijîn, piştî vîrûsê jî rojên zehmet dijîn û got: “Beriya vîrûsê jî me zehmetî dikişand. Nêrîna mirovan, ji ber pêşdarazan bi îzolasyona fîzîkî û civakî bi mîlyonan mirovên tê hepskirin hene. Ev tiştên tên jiyîn hêvîdarim empatiyê ava bikin. Ez û kurê xwe Guneş hînê vê bûne. Lê ji bo kesên di avahiya dijîn ev pêvajo bêguman zehmete. Her wiha perwerdehiya jidûrve jî zor û zehmetiya karê malê zêdetir dike. Ne ji bo malbatan ne jî ji bo xebatkaran piştgiriya psîkolojîk tê dayîn. Her wiha divê jiyana hevpar a li malê esas bê girtin.”