Sema: Hemû roja min bi mutbex û paqjiyê derbas dibe

  • 09:21 4 Gulan 2020
  • Jiyan
STENBOL - Sema Satir diyar kir ku piştî vîrusê karsaz ew derxistine desturê û got ew ji ber hewcedariyên zêde bûne bi fikare û wiha berdewam kir: “Piştî hişyariyên dernekevin derve, newekheviya zayendî jî giran bû û vê jî her cureyê şîdeta li ser jinê zêde kiriye.
 
Di pêvajiya vîrusa korona de gelek kes û bi taybet jin ji karê xwe bûn. Bêguman vê jî bandorek neyînî li ser jinan kir. Sema Satir di temenê biçûkd e tê zewicandin û ji gundê Elmali ya Rîzeyê koçî Stenbolê dikin. Sema li Sariyerê li ser erseyê xanî çêdike û kedek mezin dide. Sema tevî zor û zehmetiyan perwerdeya xwe jî ji derve diqedîne û di heman demê de jî li dibistanekê wek peywirdara ewlehiya taybet dixebite. Ligel vê yekane kesa ji malbatê dixebitî bû.Semayê der barê pêvajoya vîrusê de nêrînên xwe vegotin.
 
‘Bar hemû li ser milê jinan hatiye barkirin’
 
Semayê daxuyakirin ku piştî vîrusê bar hemû li jinan hatiye barkirin û got: “Di vê pêvajoyê de encamên newekheviya zayendî zêdetir hatiye dîtin. Bar hemû li ser milê jinan hatiye barkirin. Mêrên naxebitin seranserê rojê li malê radizên. Hevjînê min naxebite. Li malê li aliyekî paqijî li aliyekî çêkirina xwarinê. Em êdî bêzar bûne. Keda jinê ji xwe tu car nayê dîtin. Di vê pêvajoyê de zêdetir nayê dîtin. Di alî aboarî de em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Hewcedarî zêde bûn. Hêza girtinê ket. Alavên paqijiyê hemû biha bûne. Ji xwe ez tenê dixebitim. Mûçeyê asgarî digirim. Min vê mehê mûçeyê xwe girt. Lê ji vir şûnde bidin nedin nizanim. Ji ber agahiyek nedan me. Em bi fikarin. Em nizanin çi bikin.”
 
‘Divê tedbîr bên berfirehkirin’
 
Semayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vîrusê ez nanê xwe li malê çêdikim. Baxçeyekî min yê biçûk heye. Ez sebze li wir diçînim. Ez her sal li baxçe sebze diçînim. Îsal jî wisa dikim. Di vê pêvajoyê de divê em zêdetir tedbîrên xwe bigirin. Dibe ku her tişt bibe. Ji ber vê divê em tedbîrên xwe berfireh bikin.”
 
‘Divê jin mafên xwe bizanibin’
 
Semayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zêdebûna şîdeta li ser jinê ya di vê pêvajoyê de û bang li hikûmetê kir ku divê tedbîr bên zêdekirin û got: “Di vê pêvajoyê de bi hêza kar re şîdeta li ser jinê jî zêde bû. Divê li dijî vê tedbîr bên girtin û jin bên parastin. Divê jin jî di vê pêvajoyê de mafên xwe bizanibin û tedbîran bigirin.”