Refîka Aydin: Hilbirîna civakî dikare vê aloziyê bide sekinandin

  • 09:02 3 Gulan 2020
  • Jiyan

Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan

ERZİROM - Refîka Aydin a ku  nişteciha gundê Delîbab ê girêdahî navçeya Horasan a Erziromê ye jiyana gund vegot. Refikayê diyar kir ku civak bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye û got:"  Hilbirîna civakî dikare mirovahiyê ji vê aloziyê rizgar bike. Ji ber wê divê nifşê nû şîretên mezinan guhdar bikin. Ji ber ku bîra civakî pîr û kal in. Em dikarin tenê bi kulmeke ax bi hezaran şitlên fêqî, zebze û daran biçînin."

Wekî pêşiyên me gotine mirov bi ax û xwezayê û çanda xwezayî diyar dibin. Lê di vê deme de pergalên desthilatdar li herêmê li gel modernîteya kapîtalîst, jiyana gund û bajaran kirine nav hev. Li gundên ku li wan bi dehan sal in jiyana xwezayî domiya, niha di nav jiyana gundayetî û bajarî de mane. Gundên ku wekî berê jiyana xwe didomin bêgûman ew jî para xwe ji pergala kapîtal digirin. Berê li gundan gel bi sewalkariyê û hilbirînê debara xwe dikir û ev bi awayeke hevpar pêk dihat. Lê niha xweza roj bi roj dimre û mirovahî, civak ber bi aloziyeke mezin ve diçe.  Refîka Aydin (80) a ku nişteciha gundê  Delîbab ê girêdayî navçeya Horasan a Erziromê ye  ji me re jiyana gund vegot. Refîkayê diyar kir ku ji vê aloziya civakî tenê hilbirîn dikare mirovahiyê rizgar bike û got ku jiyanê nekujin,jiyanê bi wate bikin.

'Demên berê ax bi bereket bû'

Refîkayê bal kişand ser jiyana berê û ya niha û got ku berê jin bi axê re zêdetir mijûl bûn û jiyana gundan a berê wiha vegot:"Demên bere xizanî jî hebû. Lê Mirovê zana û civaka zana hebû. Berê jin di temenê biçûk de dihatin zewicandin. Beyî daxwaza wan dihatin zewicandin. Zewac ne qedera zarokan bû. Lê di wan salan de wisa bû. Zewac ji her zarokê re ferz dihat dîtin. Neyîniyên wê demê jî hebûn,erêniyên we jî hebûn. Jiyana berê mirov li hemberî her tiştekî rêzdar dikir. Nirx hebû.  Mirovahiya wê demê hebû,lê bêgûman çewtiyên wê jî hebûn. Di wan salan de jin zedetir bi axê re mijûl bûn. Ji her fêkî û zebze me çandinî dikir. Bereketa axê pir hebû. Ji xebatê wexta kesekî tunebû ku bikeve nîqaşê. Serê sibehan em radibûn heta nîvê şevê em dixebitin. Ji kolandina zeviyê,heta avdana fêkiyan zebzeyan karê me hevpar bû. Di wê demê de nedigorin ‘Jin nikare barên giran bikişîne’ ev cudahî tune bû. Mêr çi kar bikira jinan çend qatî wan kar dikirin. Hêza jinan pir bû û jin bi xwe bawer bûn. Erê raste jin  zêdetir diwestiyan lê jinan bi daxwaza xwe  hilbirin dikir. Keda jinan pir zêde bû. "

'Xwezayê  li gel xebata jinan xwe ji nû ve zindî dikir'

Refîkayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî zehmetiyên jiyana gund kir û wiha dom kir:" Bi seatan em li ber tavê dixebitin. Her seatek ji bo me girîng bû. Me bi  awayeke zana wext derbas dikir. Dema ku dibû şev dilê me û wîjdanê md rehet bû. Me digot me îro jî bi kedeke mezin roja xwe derbas kir. Xwezayê  li gel xebata jinan xwe ji nû ve zindî dikir. Xebata me pir bû lê hemberî wê  kedê  me tiştek nedigirt. Zor bû,zehmet bû lê jiyan xweş bû. Jiyan bi keddayînê derbas dibû."

'Di vê demê de birçî belengaz û dewlemend zalim in'

Refîkayê bi domdarî der birî ku li gel hedefgirtina xwezayê nexweşî gav bi gav zêdetir bûn û wiha pê de çû:" Di wê demê de nexweşî kêm bûn. Lê di di vê wextê nexweşî pir zêde bûne. Berê nexweşiyên ku heyî jî bi dermanên xwezayî derbas dibûn. Her giyayek dihat peydakirin û ji wan giyayan xwarinên herî bi tam û derman dihatin çêkirin. Di wan deman de mirovahî,aram hebû. Dema ku kesên dewlemend xwarin çêdikirin bi tevahiya gund re parve dikirin.  Me zor û zehmetî dîtin. Lê keyfxweşiya me jî hebû.  Tu xweşiya jiyanê niha nema ye û tu kefxweşiya  wê nine. Niha her tişt biha bûye.Di vê demê de birçî  belengaz û dewlemend zalim in. Dewlemend her tiştekî dikujin. Bi xerckirinê, xwezayê dikujin, pergala civakî xera dikin û xwe wekî xwediyê jiyanê dibinin. Di vê demê de mirov dikare xwe bigihîjine her tiştekî lê derfetên mirov tune ne. Ji ber ku xîzanî heye û wêranî heye. "

'Encax hilbirîna civakî dikare vê aloziyê bide sekinandin'

Refîkayê di dawiya xwe de bal kişand ser zehmetiyên van salên dawiyê  û got ku aloziya civakî encax bi hilbirînê dikare xelas bibe û ev tişt got:"   Niha tişt gihiştine destê zilimkaran. Zilimkar risqê herkesî dibire. Xîzaniya niha zêdetir zor  e,neçariya  niha zêdetir zehmet e. Haya kesî bi kesî tune ye. Niha heta êvaran dixebitin lê encax dikarin kîloyek kartol bikirin. Zarokên me diçin dibistanê bi salan dibistanê dixwinin lê tiştekî bi dest naxin. Keda wan tev diçe avê. Di vê deme de hurmet û rêzdariya li hemberî kedê tune ye. Ji xurekan bigirin heta,fêkî her tiştek biha bû ye. Li ser navê ciraniyê tiştek nemaye. Bi her awayî ev hilberîn divê. Hilberîna civakî dikare mirovahiyê ji vê aloziyê rizgar bike. Ji ber wê divê nifşê nû şîretên mezinan guhdar bikin. Ji ber ku bîra civakî pîr û kal in. Em dikarin tenê bi kulmeke axê bi hezaran şitlên fêkî, zebze û daran biçînin. Em dikarin bi hilbirînê xwe ji xwezayê re bidin efûkirin. Encax vê bahoza civakî em dikarin bi vê rêbazê ji holê rakin. Her tiştek bi guhdarîkirina dengê xwezayê û ji nû ve hilbirînê dikare çareser bibe.”