Li Zozanên Feraşînê dema kerengan

  • 09:11 2 Gulan 2020
  • Jiyan
WAN - Jinên Botanê tevî jiyana bajar têkiliya xwe bi xwezayê re didomînin û li zozanên bilind yên Feraşînê kerengan kom dikin.
 
Feraseta bikarhênerî û bajarvaniyê ku zirarek mezin dide xwezayê bi vîrusa korona re jî bi awayekî aşkera derket holê. Lê hîna jî bi hezaran jinên bi xwezayê re di têkiliyê de ne hene. Jinên ku her çiqas ji gundan koçî bajaran kiribin jî, çanda xwe didomînin û bi mehên biharê re derdikevin zozanan û gelek nebatan kom dikin. Yek ji xwarina niha yên li zozanan şîn dibe kereng e.
 
Piranî jinên li Xaçort a Wanê dijîn û ji gundên Elkê ya Şirnexê koç kirine.Jinên di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koç kirine, niha diçin zozanên Feraşîn û kerengan kom dikin. Jin kerengan bi awayên cuda vedişêrin û mehên zivistanê bi kar tînin.
Kereng bi kulîlka xwe ya mor, li herêmên çiyayî tê dîtin. Ligel vê li gelek cihên cuda şîn dibe, lê herî zêde li vê herêmê tê xwarin.
 
‘Em ji gund qût nabin’
 
Jina bi navê Naciye Abî, kereng wek mizginiya biharê bi nav kir û wiha pê de çû: “Li gund jiyana me bi nebatên xwezayî derbas dibû. Jiyanek me ya xwezayî hebû. Li gund jiyan pir xweş bû. Em hîna ji gundên xwe nabin û bi hatina biharê re em diçin. Komkirina kerengê hinek bi zehmete. Em bi kêrê dibirin û tînin malê. Ji ber em jê hez dikin, em van zehmetiyan nabînin.”
 
‘Hem xweş û hem ji bo tenduristiyê baş e’
 
Bahar Abî jî wiha got: “Karekî bi zehmete. Kerengên em kom dikin em zivistanê dixwin. Em paqij dikin, di avê de dipijirînin, piştre dikin poşetan û dikin dolabê. Em di dolabê de vedişêrin. Em kerengan bi hêkan çêdikin. Di şorbeyan de bikar tînin. Hem tehma wan xweş e û hem jî ji bo tenduristiyê baş e.”