Civaknas Aslihan: Jin bi şîdeta mêr re rûbirû ne

  • 09:24 6 Nîsan 2020
  • Jiyan
WAN - Civaknas Aslihan Şedal a li Komeleya Jinan a STAR ya Wanê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê xebatan dimeşîne balkişand ser şîdeta li ser jinê ya bi vîrusê re zêde bûye û got: “Jin herî kêm bi qasî vîrusê, bi şîdeta mêr ya bi xeter e rûbirû ne. Jinên şîdet li wan hatiyekirin an jî îhtîmala ku pê re bên rû hev, bila xwe bigihînin me.”
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dan gihişt 500 derbas kir. ev hejmar roj bi roj zêde dibe û di çarçoveya tedbîran de jî banga li malê xwe binn tên kirin . Lê jinên li malê dimînin rastî her cureyê şîdetê tên û der barê vê de jî tu tedbîr tune. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku divê li hemû bajaran koordînasyoneke krîzê hebe. Komeleya Jinan a STAR ya Wanê jî pişrgirî da vê pêşniyara Ayşeyê.
 
‘ Mêr pisgirêka debarê dike hincet’
 
Civaknas Aslihan Şedal, diyar kir ku piştî vîrus belav bûye gelek kargerî hatine girtin gelek kes li malê dixebitin û ji ber vê jî mêr zêdetir li malê dimînin, ev jî dibe sedema zêde bûna şîdeta li malê. Aslihanê daxuyakirin ku şîdeta li malê rewşa herî şênber ya newekheviya zayenda civakî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji hemû karên malê bepirs e û vê carê jî ji bo mêrê ku li malê ye jî bê sînor xizmetê dike. Mêr pisgirêka debarê dike pirsgirêk û dike hinceta şîdetê.”
 
‘Destilatdarî pêşî li kuştinên jinan vedike’
 
Aslihanê bi lêv kir ku di pêvajoya îzolasyonê de kuştinên jinan zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rewşê de jin bi qasî vîrusa korona, bi xetereya şîdeta mêr re tên rû hev. Desthilatdarî li şûna rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê bibîne, berovajî vê polîtîkayên ku pêşî li kuştinên jinan vedike, dike dewrê.
 
‘Jin dikarin xwe bigihînin me’
 
Aslihanê anî ziman ku ew wek Komeleya Jinan a STAR ligel jinan e û wiha dawî lê anî: “Em bi hemû mekanîzmayan, di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jinan amade ne. Jin ne tenê ne. Jinên rastî şîdetê hatine û îhtîmala ku bi şîdetê re dikarin bên rû hev, dikarin xwe bigihînin me.”
Ji vê numareyê dikarin xwe bigihînin Komeleya Jinan a STAR: 0432 216 66 61