36 zarok ji xwarina li dibistanê jahrî bûn

  • 17:22 11 Adar 2020
  • Jiyan
AMED - Li navçeya Pîran a Amedê li dibistanekê 36 zarok ji xwarinê jahrî bûn.
 
Li navçeya Pîranê ya Amedê li taxa Nalver li dibistana bi navê Sergen ya Seretayî û ya Navîn 36 xwendekar jahrî bûn. Zarokên ku ji fabrîkeyeke xwarinê ji bo wan xwarin anîn piştî xwarinê bi gazinca navêş û vereşandinê rakirin nexweşxaneyê.
 
Hat ragihandin ku dermankirina zarokan li nexweşxaneyê berdewam dike.