36 zarok ji xwarina li dibistanê jahrî bûn 2020-03-11 17:22:14   AMED - Li navçeya Pîran a Amedê li dibistanekê 36 zarok ji xwarinê jahrî bûn.   Li navçeya Pîranê ya Amedê li taxa Nalver li dibistana bi navê Sergen ya Seretayî û ya Navîn 36 xwendekar jahrî bûn. Zarokên ku ji fabrîkeyeke xwarinê ji bo wan xwarin anîn piştî xwarinê bi gazinca navêş û vereşandinê rakirin nexweşxaneyê.   Hat ragihandin ku dermankirina zarokan li nexweşxaneyê berdewam dike.