Êşa xwe bi kilaman tîne ziman

  • 09:10 12 Sibat 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
WAN - Kerîme Demîr a di temenê biçûk de bi koçberî, zexta dewletê û şîdeta mêr re hat rû hev, zor û zehmetiyên di jiyana xwe de dîtiye bi kilaman vedibêje.
 
Li navçeya Tuşba ya Wanê li taxa Îskeleyê jina bi navê Kerîme Demîr a 52 salî yek ji jinê ku di temenê biçûk de rastî şîdeta sîstematîk hatiye. Kerîme di temenê biçûk de bi mêrekî re nîşana wê tê çêkirin. Malbat vê nîşanê piştre xera dike û hewl didin bi mêrekî din re bizewicînin, lê sê hevjînên din yên vî mêrî heye. Kerîme çiqas îtîraz bike jî bi zexta apê wê tê zewicandin. Kerîme wiha dibêje: “Apê min got wê bizewice. Min nedixwest. Min nizanibû ez çi bikim. Ez çawa derbas bikim. Ez jî wek jinên din bêyî daxwaz hatim zewicandin.”
 
‘Em 25 kes li malekê diman’
 
Kerîme da zanîn ku tiştên texmîn dikir zêdetir jiyaye. Kerîme dayika 6 keç û 5 kuran e. Her wiha milekê wî ji welîdînê de tune ye.Tevî vê li gund karê giran dike. Kerîme wiha dibêje: “Min bi yek milekî carna rojê du caran nan dipijirand. Em diçûn zozanan. Me pez didotin. Av, ceyran tune bû. Bi milekî min av hildigirt û dianî malê. Riya gundan tune bûn. Me jiyanek zehmet meşand. Bi jin û zarokên din re em 25 kes dijiyan.”
 
‘Her kes çû cihekî’
 
Kerîme tenê rastî şîdeta mêr nayê, di heman demê de rastî şîdeta dewletê jî tê û di salên 1994-95’an de ji ber zext û şîdetê koç bikin. Ji Elkê ya Şirnexê koçî Wanê dikin. Kerîmeyê wiha got: “Her kes li cihekî belav bû. Tevî zor û zehmetiyan gund xweş bûn. Me di dawetan de, şînan de, li zozanan kilamên xwe digot. Me êşa xwe wiha dianî ziman. Ez bi kilamên xwe dilê xwe rehet dikim.”