Runiştina doza Narîn Guran wê sibê bidome
- 21:46 27 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Runiştina doza ku gumanbarên Narîn Guran ya hatibû qetilkirin, jê tên darizandin wê sibê bidome.
Danişîna duyemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin, di roja duyemîn de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Ji bersûcan dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar tevli danişînê hatin kirin. Li gel parêzerên aliyan, Baroya Amedê, gelek rêxistinên jin û zarokan û siyasetmedar jî tevli runiştinê bûn.
Piştî parastina parêzerên gumanbar Enes Guran, duyemîn roja runiştinê bidawî bû. Runiştin wê sibê bidome.