Jiyana xwe bi helbest û wêjeyê guhert

  • 09:08 8 Sibat 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
WAN - Mulkiye Tekîn a ku di temenê biçûk de hat zewicandin, çîroka jiyana wê ji jinan re dibe îlham. Mulkiyeyê got her jin serkeftî ye û bi gotina ‘ev ne jiyana min e’ derket û yek a helbestê du heb jî roman nivîsî.
 
Mulkiye Tekîn li mezraya Şapatan a Dereboyu a Şemzînan a Colemêrgê hat dinê û çîroka jiyana wê îlhamê dide jinan. Piştî dibistana seretayî diqedîne tê zewcandin û di temenê biçûk de dibe dayik.
 
Piştî dizewice li Tetwan a Bedlîsê bicih dibe û zaroka wê li wir tê dinê. Mulkiye diyar dike ku ew bi zaroka xwe re mezin bûye û got: “Ez zarok bûm, qîrinên min nedihatin bihîstin. Min jî li ser qaxizê dinivîsî. Li gund dema min li pez mêze dikir, min rojnivîsk dinivîsî. Kêfa min ji xwezayê re tê.”
 
Mulkiye dibistana navîn û lîseyê ji derve diqedîne û piştre jî Beşa Civaknasî û Pêşketina Zarokan a Zanîngha Anadolu ya Eskîşehîrê diqedîne û niha li Zanîngeha Yuzuncu Yilê perwerdeya formasyonê didomîne. Mulkiye ku bi berdêl hatiye zewicandin jî semînerên civaknasî û derûnasiyê dide.
 
‘Min bêdeng têkoşîna xwe meşand’
 
Mulkiyeyê da zanîn ku dema ku di alî derûniyê de zehmetî kişandiye pirtûk xwendiye û got: “Min bêdeng têkoşîna xwe meşand.Min heta dereng zarokên xwe dikir xew û ez ders dixebitîm. Ez pir diwestiyam. Lê min dixwest. Ji ber vê min qet xwe neda alî.”
 
‘Her jin nikare bi ser bikeve’
 
Mulkiyeyê got bi pirtûka xwe ya ewil a helbestê ya ‘dengên lingên şefaqê’ polîtîkayên şîdet û bûyerên civakî girtiye dest û ji 106 rûpelî pêk tê. Her wiha pirtûka wê ya romanê ya duyem jî di asta qedandinê de ye. Mulkiyeyê daxuyakirin ku divê jin dest ji xeyalên xwe bernedin û dikarin bi ser bikevin.