Bi çanda sedsalan li dijî krîzê li ber xwe didin

  • 09:15 29 Çile 2020
  • Jiyan
DÎLOK - Li Dîlokê jinên ku bi hevkariyê nanê selê çêdikin û li dijî krîza aborî li ber xwe didin.
 
Tenûra ku di pahtina nan de tê bikaranîn ji bo kelandin û pijandina gelek xwarinên herêmî jî tê tercîhkirin. Li gelek gundan hêj jî tenûr tên tercîhkirin. Ligel nanê tenûrê jî nanê selê jî ji hêla welatiyên herêmî ve tên tercîhkirin. Amedekariya pahtina nan û çêkirina nanê selê çend zehmet be jî hêj ji li gelek herêman tên tercîhkirin. Bi taybetî nanê selê mîrateya çanda hevpar a gelên Kurd, Fars, Ereb û Azeriya ne. 
 
Du cureyên tenûrê hene yek li ser erdê tê danîn û ya din jî wek çalek tê avakirin. Cureyên tenûrê li gorî herêman diguhere. Ligel tenûrê jî bi rêbazek din jî nan tê pahtin. Hevîrê ku demekê ji bo tirşbûnê tê sekinandin, piştre dibin girêk û piştre bi destan tê vekirin û li dîwarê tenûrê tê xistin an jî li ser selê tê rast kirin. Çanda nanê tenûrê û nanê selê wekî gelek herêman li Dîlokê jî hêj heye. Li taxa Xolto ya girêdayê Îslahiyeyê, jin bi hevkariyê nanê selê çêdikin û li dijî krîzê li ber xwe didin û her wiha çanda xwe didin jiyîn.
 
Bi nanê selê li dijî krîzê li ber xwe didin
 
Ji şêniyên gund Nîmet Dogan, di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û diyar kir ku pahtina nanê selê ji bo debara malê girîng e û wiha got: "Em bi piştevaniyê nanê xwe bi hev re çêdikin. Me nanê xwe hefteyê carê çêdikir lê niha em ji ber krîzê mehê carêkî nan dipêjin. Em bi hev re nan dipêjin ji ber ku karek zehmet e û em bi hev re karê xwe sivik dikin. Dema em jin dibin yek hemû zehmetî û astengî ji holê radikin."
 
Sîbel Ozer jî balkişand ser krîza aborî û wiha axivî: “Krîzê bandorek mezin li ser jin û cotkaran kiriye. Jiyan bi her awayî zehmet e lê bi taybetî jî ji bo jinê bêtir zehmet e. Ji ber krîza aborî em bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Em jin li vir bi hev re dixebidin û dixwazin zehmetiyên li hemberî xwe bi hev re ji holê rakin."
 
‘Jiyana gund ji bo me avantajeke mezin e’
 
Kamer Dogan jî bi lêv kir ku jiyana gund derfeteke mezin e û destnîşan kir ku ne pêkane bi mûçeyên teqawîtbûnê debara xwe bikin û got: “Li welat aborî têk çûye. Em jin her tim di plana duyem de ne. Jin her tim bindest in. Jinan mahkumê mêran dikin. Jin di her qada jiyanê de piştgiriyê didin. Divê jin di siyasetê de jî cih bigirin.  Min hevserokatiya îslahiyeyê ya HDP’ê jî kir.  Ez bi piştevaniyê bawer dikim. Piştgiriya herî xweş ya ji bo aboriyê jî çêkirina nanê selê ya jinan a bi hev re ye."