Di navbera zarok û dildaran de pira piştevaniyê ava kir

  • 09:24 21 Çile 2020
  • Jiyan
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Kebîre Karabayir ku der barê zarokên li dibistanên gundan dixwînin an jî malbatê wan di girtîgehê de ne xebatên piştgiriyê dimeşîne û hewl didie di civakê de jî cudahikê biafirîne. Kebîre di navbera zarok û kesên dixwazin alîkariyê bidin de jî pirê ava dike û diyar dike ku divê hişmendiya piştevaniyê mezin bibe.
 
Kebîre Karabayir li navçeya Kartal a Stenbolê dijî û 15 sale kuaforiyê dike. Kebîre ya bi xwişka xwe re karê xwe dike, ji bo zarokên li gundan dixwînin û zarokên ku malbatên wan di girtîgehan de ne jî xebata piştgiriyê dimeşîne û hewl dide ku vê xebatê berfireh bike û piştevaniyê mezin bike. Kebîre ya ku dukana wê li taxa Atalar e, alavên ji bo piştgiriyê tê li wir kom dike û piştre jî dişîne dibistanên hewcedarî pê heye.
 
Kebîreyê bi lêv kir ku xeyala wê ya herî mezin ji bo zarokan tiştekî bike û got: “Xebatên min yên der barê vê bi erdhêja di 2011’an de li Wanê pêk hatibû, destpê kir. Min ji bo zarokên hewcedariya wan heye piştgirî kom kir û piştre jî min dibistanên gund lêkolîn kir. Ez li keyayên gundan geriyam.Piştre bi mamosteyên dibistanê re dikevim têkiliyê.”
 
Xwe gîhan 60 dibistanên gundan
 
Kebîreyê anî ziman ku heta niha xwe gîhandiye 60 dibistanên gundan û wiha berdewam kir: “Me ewil pirtûk dişand. Piştre lênûsk, pênûs, pêlîstok, pêlav, cil û berg şand. Şêniyên taxê û muşteriyên min alava tînin. Ne tenê ji bo gundan, ji bo zarokên rewşa wan ne baş jî em alîkariyê dikin. Karkerên di înşatê de dixebitin hene. Ji bo wan cil û nivîn hewce dikin. Em li ser çapemeniya civakî parve dikin. Bi vî awayî em dibin piştgirî. Ez parve dikim, roja din dinêrim ku ev der tije bûye.”
 
‘Ji bo zarokên ku dê û bavê wan di girtîgehê de jî kom dikim’
 
Kebîreyê destnîşan kir ku havînan ji bo zarokên ku bavê wan di girtîgehê de alav kom kiriye û ev tişt bi lêv kir: “Sala borî di cejnê de me ji bo 36 zarokên bavê wan di girtîgehê de alav kom kir. Me ji bo 10 bebekên ku dê an jî bavê wan girtî re ereboka zarokan girt. Niha hedefa min eve ku ji bo zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehê dimînin, re cil û berg peyda kirine. Yên dixwazin piştgiriyê bidin, ez pere ji wan nagirim. Ez dibêjim hewcedarî ev e, bigirin û bînin. Ji bo pereyê kargoyê jî ez kumbareyê datînim vir. Yên tên kuafurê bexşê dikin. Em bi vê jî kargoyan dişînin.”
 
Zarokên me pêşeroja me ne’
 
Kebîreyê got sala borî ji bo zarokên gundên Amed, Colemêrg û Mêrdînê tovên kulîlkan jî şandine û wiha dawî lê anî: “Zarokan dema tov diçandin, wêne dikşandin û ji min re rê dikirin. Zarokên me pêşeroja me ne. Divê em ji bo wan her tiştî bikin. Piştevanî gelek girînge. Min xwest ez navbera kesên dixwazin bibin alîkar û zarokên hewcedar, de bibim pir. Divê hişmendiya piştevaniyê mezin bibe