86 sale bê nasname ye

  • 09:13 15 Çile 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
AGIRÎ - Gozel Kotan ku 8 salî bû ji Îranê koçî Tirkiyeyê kirine, 86 sale bê nasname dijî. Gozel niha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bimeşe û tu nexweşxane jî wê qebûl nakin. Gozel ku rewşa wê giran bûye, divê demildest bê dermankirin.
 
Di serhildana Agiriyê de ku bandor li Îranê jî kiribû, bi hezaran Kurd rastî zextan hatin û hatin koçberkirin. Di serhildanê de Gozel Kotan jî bi malbata xwe re ji Îranê koç dikin û hîna jî bê nasname ye. Dema Gozel 8 salî bû malbat koçî Otlu ya Erziromê dikin û 3 salan li wir dimînin piştre tên Bazid a Agiriyê. Kesên din yên malbatê nasnameyê digirin lê Gozel nikare bigire.
 
Divê bê dermankirin
 
Gozel ji aliyê apê wê ve di temenê biçûk de tê zewicandin û ji ber welatiya Îranê ye nasnameyê nagire. Niha ji ber nasnameya wê tune nikare derman bibe û 86 salî ye. Tu nexweşxane wê qebûl nake.
 
‘Paşnavê me cuda ye’
 
Gozel wiha dibêje: "Nasnameya apê min û malbata min hat dayîn. Bavê min miribû. Ji ber vê kes bi min re eleqeder nebû. Piştre apê min ez zewicandim. Nasnameya zarokên min jî hat dayîn. Lê ya min nedan. Gotin tu welatiya Îranê ye. Niha paşnavê min û zarokên min cuda ye. Ez ji tu derê nikarim fêdeyê bigirim. Nikarim bimeşim. 8 zarokên min hene. Hemû zarokên xwe jî min li malê anî dinê."
 
‘Bila rayedar demildest eleqeder bin’
 
Bûka Gozelê, Hazal Gezguç jî wiha got: “Ji ber nasnameya wê tune ye, nexweşxane wê qebûl nakin. Tansiyonê wê heye. Niha tiştek pê bê em nikarin tiştekî bikin. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran in. Divê di alî fîzîkî de jî bê dermankirin. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”