Jinên Şengalê banga alîkariyê kirin: Li Serdeştê zivistan gelek zehmet e

  • 09:08 3 Kanûn 2019
  • Jiyan
Nesrîn Hisen/Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Bi hatina zivistanê şêniyên li Serdeştê di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomînin. Şêniyên Serdeştê Ranya Zîden û Henan Bapîr, banga alîkariyê kirin. 
 
Civaka Êzîdî di dema fermanê re rûbûrû mabûn, berê xwe dabûn Rojava û Başûrê Kurdistanê. Piştî rizgarkirina Şengalê xelkê Şengalê berê xwe dan çiyayê Şengalê Serdeştê jiyana domandin. Hin gund hatin pakijkirin lê hin kes malê van xerab bûne, hilveşiyaye. Ji ber wê hin jî li konan jiyana xwe didomînin. Bi hatina zivistanê şênî dest bi amedekariyên xwe kirin. Şêniyan qala zor û zehmetiyên xwe ji ajansa me re vegotin. 
 
'Em daxwaza alîkariyê dikin'
 
Ranya Zîden yek ji li Serdeştê bi malbata xwe re di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomîne wiha axivî: "Ev bûye 3 sal em hatine wê derê Serdeştê. Lê mixabin heta niha tu alîkarî ji mera nehatiye kirin. Ew ê zivistan hatiye lê pêwîstiyên me gelek tiştan hene. Em ketin meha 12'yan lê hin alîkarî ji mera nehatiye kirin. Bi rastî jî pêwîstiya civaka me alîkariye zivistanê hene. Taybet mazot tiştên zivistanê.”
 
Ranya da zanîn ku 6 meh in li vir dijîn û wiha got: "Ev 6 mehin em li vir dijîn. Em axa xwe bernadin. Lê em daxwaza alîkariyê dikin. Jiyana li vir di vê demsalî de pir zehmet e."
 
'Li Serdeştê zivistan gelek zehmet e'
 
Henan Bapîr jî zehmetiyên hatina zivistanê wiha qal kir: "Em ketin sala 6'emîn li Serdeştê dijîn. Em li ser axa xwe dijîn. Jiyaneke pir zehmete lê em dîsa bextevarin ku em ser axa xwe ne. Em ketin meha 12'yan lê hîn tu alîkarî ji me re nehatiye kirin. Em dixwezin hemû kes dengê me bibihêse. Dewletên navnetewî ji bo alîkariya desteya alîkari ji bo şêniyên Şengalê jî bikin.  Ji ber jiyan li Serdeştê gelek zehmet e zivistana wê gelek sar e.  Daxweze min ew ê ku alîkarî ji bo şeniyên Şengalê werê kirin.”
 
Henan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi qasî em di zor û zehmetiyan da bin jî em li ser xaka xwe bin. Daxweze min ew ku civaka me ku ji ber fermanê koçber bûn bila dîsa vegerin ser axa xwe bijîn."