Meclîsên Jinên Êzidî: Li dijî komkujiyan rabin ser piyan

  • 18:05 28 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li her kesî kir ku li dijî komkujiyên Tirkiyeû çeteyên girêdayê wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin ser piyan.
 
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di daxuyaniya nivîskî de daxuyanyek der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Meclîsa Jinên Êzidî di daxuyaniyê de wiha got: “Îro roja parastina namûs, rûmet, nasname û hebûna me ye. Em careke din bang li hemû hêzên demokratîk, şoreşger, azadîxwaz, aştîxwaz û parêzvanên mafên mirovan dikin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye. Divê her kes bi lez û bez li dijî komkujiya li ser jin û gelan têbikoşe û li ser berxwedana sed salan erka xwe ya dîrokî bi cih bîne.”
 
‘Divê her kes erka xwe ya dîrokî pêk bîne’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê mîrateya îdeolojîk a DAIŞ'ê bi komên çete yên wekî HTŞ û SMO'yê didomîne û hat destnîşankirin ku ev hawirdora kaosê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke firsendekê tê dîtin û wiha domand:“Ger hûn vê firsenda dîrokî ji destê xwe berdin û nebin yek, ev guneh û sûc e. Eger hûn nebin yek, hûnê bibin hevkarên sûcê dijmin, li hember gelê Kurd. Roj hatiye ku Kurd li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî QSD’ê kom bibin û bibin yek. Ev derfeteke zêrîn e, nabe ku ji dest bê berdan. Roj roja parastina rûmet, şeref, nasname û hebûna me gelê Kurd e. Dîsa em bang li hemû hêzên demokrat, şoreşger û azadîxwaz, aştîxwaz û mafparêz dikin û dibêjin, ‘Rojava rûmeta mirovahiyê parast û îro ji diparêzê, li ber xwe didê. Divê her kes bi lezgînî, li hember mejiyê jinkuj û mirovkuj rabe ser piyan û li kêleka berxwedana qirnê sedsalê cihê xwe bigire û erka xwe ya dîrokî pêk bîne.”