Sê xwişkên rastî îstîsmara zayendî hatin li bende piştevaniyê ne

  • 09:04 2 Kanûn 2019
  • Jiyan
WAN - Li Wanê du jê astengdar sê xwişk rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk ya cerdevan Tekîn Gulaçti hatibûn û her sê xwişk hewcedariya wan hem bi piştevaniya aborî û hem jî ya manewî heye. 
 
Li navçeya Payîzava ya Wanê cerdevan Tekîn Gulaçti, du jê astengdarên zîhnî 3 xwişk îstîsmara zayendî ya sîstematîk lê kiribû. Du zarokan îstîsmar ji mamosteya rehberê ya dibistanê re vegotibûn piştî vê di 15’ê kanûna 2016’an de gumanbar hat girtin. Doz du sal şûnde di 20’ê cotmeha 2018’an de bi 40 sal û 10 meh ceza bi encam bû.
 
Li dijî xizaniyê têdikoşin
 
Her sê xwişk bi malbata xwe re ji navçeya Gever a Colemêrgê koçî Payîzava ya Wanê kiribû û li gundekî wê dijiyan. Malbatê bi şivaniyê debara xwe dikirin. Malbata ku di xaniyekî wêran de dijiyan û têkoşîna jiyanê didan, sê zarokên wan ji aliyê cerdevan Tekîn Gulaçti ve rastî îstîsmara zayendî hatibûn.
 
Ji zarokên ku rastî îstîsmarê hatibûn Y. diyar dike ku tiştên jiyaye dixwaze ji bîr bike. Y. diyar dike ku piştî bûyer derketiye holê, xistine bin parastinê û lê li wir jî rastî heqeretan hatine. Ji zarokan A. jî got piştî ew xistine bin parastinê ji nû ve travma jiyane û got: “Ez naxwazim biçim dibistanê. Ji dibistanê hez nakim. Ji ber ku qedehek bişkê jî bi ser me de diqîrin. Destav û erdê bi me didin paqijkirin.” Ji xwişkan M. jî dixwaze navenda rehabîlîtasyonê bidomîne.
 
‘Ez bêriya gundê xwe dikim’
 
A . destnîşan kir ku di pêvajoya dozê de vegeriyane gundên xwe, lê xaniyê wan hatiye şewitandin û wiha got: “Min gelek bêriya gundê xwe hevalên xwe kiriye. Lê êdî naxwazim vegerim gundê xwe. Xaniyê me hatiye hilweşandin, cihê ku em lê bimînin tune ye. Ez dixwazim li cem malbata xwe bim. Naxwazim biçim dibistanê.”
 
Her sê xwişkan daxuyakirin ku hewcedariya wan bi aborî û manewî heye û tu derfetên wan yên aborî tune û banga piştevniyê li rayagiştî kirin.