Li Germîyanê jin xwe fêrî hunera parastinê dikin

  • 10:05 30 Mijdar 2019
  • Jiyan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ji jinên navçeya Kelar a Germiyanê xwe fêrî hunera parastinê dikin û diçin fêrbûna hunera Kîk boksingê. Jinên ciwan ên Kelarê bang li jinên ciwan kirin ku astengiyên li pêşiya xwe bişkênin û tevlî dewreyan bibin.
 
Li navçeya Kelar a Germiyanê tevî hemû astengiyên civakî, komek jinên ciwan grûbek ava kirine û ji bo xwe parastinê dest bi fêrbûna hunera parastinê ya kîk boksingê kirine. Cara yekeme li Kelarê jin beşdarî dewreya fêrbûna kîk boksingê dibin. Berê tenê zilaman dikarîn vê werzîşê bikin û li navçeyê ti caran jinan hewla fêrbûnê nedane.
 
Hejmara grûba Keçan a kîk baksingê ya Germiyan nêzî 10 jinên ciwan in û diyar kirin ku bi derbasbûna demê de wê hejmara wan zêdetir bibe û jin bi  coş û xuroş beşdarî grûbê dibin. Ev grûb ji bo fêrbûnê heftane 3 rojan nêzî 2 saetan perwerdeyê li Hola Kîk boksing a Pêşmerge dibînin.
 
'Ez gelek kêyfxweş im'
 
Yek ji endama grûbê Esma Ezîz wiha qala xwe ya beşdarbûna grûbê kir,"Ji zarokatî ve xwesteka min a werzîşkirinê hebû. Bi taybet hunera parastinê. Lewma bi riya tora civakî facebookê re, min grûba kîk boksingê nas kir. Min li gel perwerdekarê wan axivî û min daxwaza beşdarbûna dewreya ji bo keçan kir. Wî ji pejirand. Piştre ez li gel çend havalên xwe axivîm û ji bo beşdarbûnê ew jî kêfxweş bûn."
 
'Ji ber hişmendiya civakê tevlîbûn zehmet e'
 
Esma Ezîz bal kişand ser astengiyan û wiha domand;"Ji ber hişmendiya cudakarî ya civakê, beşdarbûna jinan a li vê werzîşê hinekê zehmete. Lê, bi kêfxweşî me karî vê bişkênin û berdewam bîn. Roj bi roj keç bi cos û xuroş zêdetir tên nava grûbê. Herwiha gelek keç hene ku hezkirina wan li ser vê werzîşê heye, lê ji ber dewamê û karkirinê nikarin beşdar bibin."
 
'Digotin kîk boksing ne li gorî jinê ye' 
 
Şine Mihemed jî ji bo fêrbûna hunera parastina kîk boksingê beşdarî grûbê bûye, wiha qala hunera parastinê kir;"Hunera parastinê ya kîk boksingê, yek ji hezkirinên  min bû. Berê ez gelek geram, lê gotin ku ji bo jinan nîne. Lê, bi kêfxweşî îsal vekirin û min karî beşdar bibim. Ez girîng dibinim ku jin ji bo bihêzkirina laş û derûniyê beşdar bibin."
 
'Werzîşê ji bo jinan xerîb dibînin'
 
Şine Mihemed diyar kir ku dema ji kesûkar yan ji hevalên re qala kîk baksingê dike jêre dibêjin 'çi karê te ji vî şerî re heye' û got;"Vê werzîşê ji bo jinan xerîb dibînim. Ji ber ku li gorî wan erka jinan tenê karê nava male. Lê em guh nadin van axaftinan û berdewam dikin." (Rojnews)