'Bi keda destên xwe em pez xwedî dikin û debara xwe dikin'

  • 09:02 28 Mijdar 2019
  • Jiyan
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Dayika bi navê Emîne Şemo ya ji navçeya Şêrewa ye û li gundê Til Qireh a Şehbayê ji ber êrîşan bi cih bûye û xwedîyê pez e axivî û got: "Em ji şîr berhemên bi sûd çêdikin û debara xwe pê dikin. Em li vir li berxwe didin lê xwesteka me ya yekem vegera ser axa xwe ye.”
 
Ji dîrokê heta roja îro her dayikek afrîner û xwedî ked e. Ji şîrê pez berhemên nû çê dikin û debara malbetên xwe pê dikin. Yek ji wan dayikan, dayika Emîne Şemo ya 50 salî û ji gundê Kepişîn ya navçeya Şêrewa a Efrînê ye. Ji biçûkanîya xwe heta roja îro xizmeta pez dike, ji dayika xwe fêrî çêkirina berhemên şîr bûye. Niha jî dayika Emîne kevneşopiyên ku ji dayika xwe girtibû, fêrî zarokên xwe jî dike. Emîneyê li ser çêkirina berheman wiha dibêje:"Dema mirov tiştekî bi destên xwe diafirîne ew yek li ber dilê mirovan şêrîntir e. Loma em bi keda destên xwe ancax di her alî de pêş bikevin."
  
'Bi şîr û berhemên wê, em debara xwe dikin'
 
Emîneyê diyar kir ku dema êrîş hat ser wan bi zehmetî pezên xwe derxistin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em ji navçeya Şêrewa ya Efrînê ne. Ji ber sedema êrîşan em koçber bûn û niha li gundê Til Qireh ê Şehbayê bi cî bûn. Girêdaneke me bi pez re heye, ji biçûkanî de ez bi xwedîkirina wan re mijûl dibûm. Dema êrîş hat ser me, min bi zehmetî pezê xwe bi xwe re derxist. Niha li gorî derfetên herî kêm jî ez wan xwedî dikim, ji ber ku ji şîr û berhemên wê em debara xwe pê dikin."
 
'Çêkirina berhemên şîr min fêrî zarok û nêviyên xwe jî kir'
 
Emîneyê qala berhemên ku ji şîr çêdikin, kir û got: "Em ji şîr gelek berhemên mîna firo, mast, penêr û lorik çêdikin. Em gelek sûd jê werdigirin û debara xwe dikin. Em hem difiroşin û hem jî ji bo zivistanê radikin. Em di despêkê de şîr dikelînin û piştre berheman jê çêdikin. Di temenê biçûk de ez fêrî çêkirina berhemên şîr bûm, niha jî min fêrî keç û nêviyên xwe kir. Dema ez penêr an mast çêdikim, zarok û neviyên min tên alîkariya min dikin. Bi keda destên xwe em pez xwedî dikin û debara xwe dikin."
 
'Efrîn di dil û mejiyê min de dijî'
 
Emîneyê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk bû sedema derketina me ji cih û warên me, lê dîsa xwesteka min ya yekem ku vegerim Şêrewa. Dixwazim li mala xwe mîna berê pezên xwe xwedî bikim û her roj wan derxim çêrê. Efrîn her di dil û mejiyê min de dijî, em hêviya vegera ser axa xwe tu carî qut nakin."