Jinên mexdurên şer di kontreyniran de dijîn

  • 09:08 27 Mijdar 2019
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên ji Kobanê û Efrînê ji ber êrîşên çeteyê DAIŞ’ê bi zarokên xwe re axa xwe terk kirin, li Tirkiyeyê jî bi newekhevî, xizanî û betaliyê re hatin rû hev. Jinên li Wanê di konteyniran de dijîn, diyar kirin ku yekane daxwaza wan ev e ku şer bidawî be û vegerin ser axa xwe.
 
Malbatên Kobanê û Efrînî ku ji ber êrîşên li Sûriyeyê neçar man koç bikin, beşek wan koçî Wanê kiribûn. Malbatên li konteynirên taxa Seyrantepe dijîn, destnîşan kirin ku bi bandora krîza aborî re, nikarin nan jî bikirin.
 
‘Bombe barandin û her der talan kirin’
 
Fatma Îbîş bi lêv kir ku ji ber îşkenceyên DAIŞ’ê koç kirine û pêvajoya bi zor û zehmet jiyane wiha vegot: “Mirov ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Her roj malên me bombebaran kirin û xizmên me kuştin. Jin li bazaran firotin, tecawizê wan kirin. Qetilkirin. Malên me, baxçeyên zeytûnên me dukanên me talan kirin. Kesên nexwestin mal û dukanên xwe bidin kuştin. Xaniyên me benzîn lêkirin û şewitandin. Me gelek xizmên xwe winda kir. Hîna gelek xizmên me dîlgirtine. Jinên ciwan dîlgirtin û îşkence lê kirin. Dayikên wan keçan çûn ber zindanan lê nedan wan. Kesî li dijî vê zilmê deng nekir.”
 
‘Em cuda hatin dîtin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku piştî koç kirine, vê carê pisgirêka herî mezin, cuda dîtin jiyane û kar nedîtine, bi xizaniyê re hatine rû hev. Fatmayê wiha berdewam kir: “Hevjînê min li bazara sewalan dixebite lê pereyê wî nadinê. Mam me dixwest wisa be. Mal û xaniyê me jî hebû. Darên me yên zeytunan jî hebûn. Bi salan ji derve mirov dihatin Sûriyeyê. Me tu car ew cuda nedîtin. Me wek xwe dîtin. Lê wan em qebûl nekirin. Em dixwazin êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidawî bin. Ma wek warê mirovan heye gelo? Divê demildest ev şer raweste û em jî vegerin ser axa xwe.”
 
‘Keça min nexweş e lê nayê dermankirin’
 
Sîhem Mehmud jî destnîşan kir ku di Çileyê 2018’an de ji ber êrîşên li hember Efrînê koçî Tirkiyeyê kirine û got êrîşan du mehan berdewam kiriye û di vê pêvajoyê de zehmetiyên pir mezin kişandine û got: “Gundê me her tim dihat bombebarankirin. Em ji sînorê Îdlîbê derbasî Tirkiyeyê bûn. Em li vir betalin. Nikarin debara xwe bikin. Keça min bi jana zirav ket. Pereyê ku em derman bikin tune. Li vir ji b ovan nexweşxan maeş tê dayîn. Me serlêdan kir lê ji ber em ji Sûriyeyê bûn nedan me. Keça min pir xemgîn dibe.”
 
‘Dilê min li Efrînê ye’
 
Sînemê daxwaz kir ku şer bidawî be û vegerin ser axa xwe û wiha dawî lê anî: “Li Efrînê baxçeyên me hebûn. Me mirişk xwedî dikirin. Ji bo min mala min wek qesr bû. Em di aramiyê de bûn. Tu kêmasiya me tunebû. Heta ku şer dest pê kir. Bombe wek baranê bi ser me de barîn. Me xwe avêt çolan. Ez li vir im lê dilê min li Efrînê ye. Em dixwazin vegerin axa xwe û di aştî û aramiyê de bijîn.”
 
‘Ji tirsan me axa xwe terk kir’
 
Merve Muhammed jî diyar kir ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê koç kirine û got: “Li Kobanê zarok û jin qetil kirin. Her kes neçar ma bireve. Li Sûriyeyê rewş hîna wek xwe ye. Em dixwazin vegerin lê şert wek xwe ne. 5 sale em li Wanê ne. Em li vir nikarin debara xwe bikin. 6 zarokên min hene. Em nikarin têr zarokên xwe xwedî bikin. Li zarokên min şîdeta psîkolojîk pêk tînin. Her tim bi girî ji dibistanê tên malê.”