Dev ji têkoşîna xwe berneda: Dadgehê 4 sal şûnde ceza birî

  • 09:16 20 Mijdar 2019
  • Jiyan
Şehriban Aslan
 
AMED - jıbo mêrê ku taciza zayendî pêk aniye ceza bigire Y.Y. çar salan têkoşiya. Y.Y got:"Mezinbûn û biçûkbûyina tacîzê tune ye. Tiştên ku li min hat kirin  min qebûl nekir."
 
Li Navçeya Yenişehir a Amedê di 2014'an de mêrê bi navê C.A, jina bi navê Y.Y. bi tacîza zayendî rû bi rû hiştibû. Y.Y ya ku saziyekê dixebite û nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew dixwaze ev têkoşîna ku daye bê bihîstin. 
 
'Hem tacîz kir hem jî heqaret li min kir'
 
Y.Y diyar kir ku dema wê li cihekî xwarin xwariye û derketiye derve bi tacîza zayendî ya C.A rû bi rû maye û wiha got:"Di destpêkê de min ferq nekir ku mêrekî ez tacîz kirime. Min got qey hevalek min e. Dema min dît ku mêreke ez şaş mam. Min dema ku bertek nîşanî wî da vê carê çêrên zayendperest ji min re kir. Ji min re got 'Tu ji kê re gilî dike bike tiştekî ku biguhere pêk nayê'. Dema wiha got min got qey hineka avek kelandî bi ser min de dakiriye. Loma min qet dev ji israra xwe ya ji bo gilîkirinê berneda û min têkoşîn kir. "
 
'Ji min re gotin derûniya wê xirab e'
 
Y.Y diyar kir ku kesê ew tacîz kiriye gotiye 'Ev kes derûniya wê xirab e' û wiha dewam kir:"Di îfadeya xwe de gotin 'Belê dest milê wê da ew jî ji bo rê bide me me wiha kir. Her halde derûniya wê xirab e'. Li ser vê îfadeya karê gilîkirinê dest pê kir. Piştre ez hîn bûm ku navê vî kesî C.A. ye. Ji min gotin tu dev ji giliyê xwe berde di warê aborî de em ê alîkariya te bikin. Lê min ev yek qebûl nekir."
 
'4 mehî ceza girt lê me îtiraz kir'
 
Y. Y wiha dewam kir:"Parêzerê min Bayrama İncekara bû. Bi saya wî ez hînî hemû mafê xwe bûm. Ji min re got ev êrîşek zayendî ye û ev ji 2 salî dest pê kiriye. Rûniştin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Berê 4 meh ceza dan tacîzkar me îtiraz kir. Parêzerê tacîzkar jî hewil da ku min reş bike."
 
'Bila jin heta dawî li berxwe bidin'
 
Y. Y herî dawî wiha got:"Vî kesê ku îro ez tacîz kirim ew ê sibehê kesê din jî tacîz bike. Temenê tacîzê tune ye. Jin di destpêkê de diçe tacîkar gilî dikin lê dawiyê gelek jin jê dev ji gilîkirinê berdide lê bila jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. 3 sal be 4 sal be çi dibe bila bibe bila têkoşîna xwe bikin."