Jinên Şehbayê: Jin bi keda destên xwe zeytûnan didin hevdu

  • 09:05 1 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehbayê dest bi komkirina zeytûnan kirin. Derbarê komkirina zeytûnan de jinan gotin:"Di nava hemleya komkirina zeytûnan de em  hemû jin  bi  dayina kedê dilxwaz in. Em bi hêvî ne xizmeteke baş ji bo hemû malbatan pêşkêş bikin."
 
Bi hatina demsala zeytûnan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê dest bi hemleya komkirina zeytûnan kirin. Ev hemle  bi armanca piştgiriya malbatên cangoriyan in. Di nava hemleyê de bi dehan endamên saziyan cihê xwe di nav de girtin . Têkildarî mijarê
jinên ku beşdarî hemleyê bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Îsal hilberîna zeytûnan pir baş bû. Berhemên wê jî  em ê  li malbatên xwe belav bikin." 
 
'Ji bo xizmeta civakê em amade ne'
 
Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Kantona Şehbayê, Emel Ismeîl di derbarê hemleya komkirina zeytûnan de wiha got: "Ji seharê zû  me berê xwe da nava darên zeytûnan. Îsal mewsim baş bû ji bo wê jî me xwest em  ji berhemên wê fêde bigirin. Jinên ku zeytûnan kom dikin bi hev re alîkar in û ji bo xizmeta vê civakê em hemû amade ne." 
  
'Hemle bi rengekî hevpar û komînal bi rê ve diçe'
 
Her wiha ji Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a kantona Şehbayê, Fatima Husên li ser alikariya komkirinê û tevgera jinan de wiha dibêjê: "Hemleya me bi jiyaneke komînal û hevpar didome. Piştî em van zeytûnan kom bikin, em ê derbasî kargeha çêkirina zeytê jî bibin û wê li ser malbatan bê belavkirin. Em ê xwedî li ked û berhemên jiyana xwe  derkevin."
  
'Jin bi dayîna kedê dilxwaz in'
 
Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, Sabah El Nasêr ew jî cihê xwe di nava hemleyê de digire û wiha nêrîna xwe tîne ziman: "Di nava hemleya zeytûnan de em  hemû jin  bi  dayina kedê dilxwaz in. Ji ber koçberiya gelê me erdên bê xwedî bê xizmet man. Me ji nû ve  ev erd sererast kirin. Ji bo ev erd berheman bidin em li ser xebitîn. Berhemên ku em qezenc bikin em ê hemû jê sûd werbigirin. Jin her dem kedê didin."